JIN
Hemû Nûçe
-
Ji bo Îranekî demokratîk hêza xwe bikin yek
Bi nasnameya jina Rojhilata Navîn ji bo Îranekî demokratîk hêza xwe bikin yek. Em bi tifaqa jinan, nasname û helwesta jinan a hevpar têkoşîna neteweya demokratîk û rêxistinbûnê mezin bikin. -
Dayika Aştiyê Latîfe Dag jiyana xwe ji dest da
Dayika Aştiyê Latîfe Dag (77) ku li navçeya Nisêbînê ya Mêrdînê dijiya jiyana xwe ji dest da. Cenazeyê Latîfe Dag li Nisêbinê hate veşartin. -
Girtiyên li Girtîgeha Evînê: Azadî bi têkoşîna rêxistinbûyî ya gelan dibe!
Girtiyên siyasî yên li Girtîgeha Evînê diyar kirin ku azadiya gelên Îranê bi têkoşîna rêxistinbûyî ya gelan û seferberiya hêzên civakî dibe. -
MKG’ê ji bo rojnamevana girtî banga piştevaniyê kir
Komeleya Rojnamevanên Jin a Mezopotamyayê (MGK) ji bo nûçeguhana Ozgur Gelecekê Perîhan Sevda Erkilinç banga piştevaniyê kir ku Kilinç ji ber karê xwe tê sûcdarkirin û 2’yê Gulanê ve ye girtî ye. -
KJAR'ê bang kir: Komîte û saziyên girseyî li qada siyasî ya Îranê ava bikin
KJAR’ê diyar kir ku şerê navbera Îran-Îsraîlê ne şerekî ji bo azadiya civakê ye û got, "Em bang li hemû gel û beşên civakê bi taybet jinan dikin, bi yekîtî û piştgiriyek mezintir komîte û saziyên girseyî li qada siyasî ya Îranê ava bikin." -
Dayika Aştiyê Hamdiye Şimdî jiyana xwe ji dest da
Dayika Aştiyê Hamdiye Şimdî ku li benda veşatina cenazeyê kurê xwe yê şehîd bû, li navçeya Artuklu ya Mêrdînê jiyana xwe ji dest da. -
Serlêdanên ji bo Xelatên Rojnamevaniya Jinan a Gûrbetellî Ersoz destpê kirin
Serlêdanên ji bo Xelatên Rojnamevaniya Jinan Gûrbetellî Ersoz destpê kirin. Serlêdan di 4 beşan de ji 17'ê Hezîranê heta 28'ê Îlonê wê karibin bêne kirin. -
Li Wanê platforma li dijî tundiya li jinê hate avakirin
Li Wanê bi pêşengiya Komeleya Jinan a Starê, OHD, ÎHD'ê de, platforma “Tora Têkoşîna li dijî Tundiyê” hate avakirin û banga têkoşîna hevpar hate kirin. -
Comandante Ramona: Em şer naxwazin, lê aştî bi teslîmiyetê pêk nayê
"Bêyî jin şoreş nabe" ev peyva ku ji çiyayên Chiapas ê Meksîkayê derketiye, ne tenê sembola têkoşîna gelan e, di heman demê de sembola têkoşîna hemû jinên bindest e. -
Mirina jinan a li ser rêya koçberiyê zêde bûne
Rêya koçberiyê ya ji Rojavayê Efrîkayê ber bi Ewropayê ve, tê zanîn ku yek ji rêyên koçberiyê yên herî xeternak e. Hat ragihandin ku di dema dawî de mirina koçberên jin li ser vê rêyê zêde bûne. -
Li Swîsreyê di çalakiya greva jinan de dirûşmeya ‘Jin, Jiyan, Azadî’ deng veda
Li Swîsreyê bi sed hezaran jin bi dirûşmeya ‘Ger em rawestin, wê jiyan raweste’ daketin kolanan. Jinên Kurd di çalakiyan de bi dirûşmeya ‘Jin, Jiyan, Azadî’ û alên xwe sekna xwe ya siyasî nîşan dan. -
'Li dijî zayendîperestiyê divê jin di nava sîstema konfederal de bibin yek'
Endama Akademiya Jineolojiyê Şareza Osman anî ziman ku Jineolojiyê têkoşîna azadiya jinê gerdûnî kiriye û got, li dijî mejiyê zayendîperestiyê divê bi têkoşîneke konfederal şoreş bê xurtkirin. -
Rapor: Ji wekheviya jin-mêr re 123 sal heye
Foruma Aborî ya Cîhanê rapora Cudatiya Zayendî ya Kurevî ya 2025’an weşand. Di raporê de hat diyarkirin ku her çiqasî di wekheviya zayendî de pêşketin heye jî, ji bo bigihêje wekheviya tam 123 sal heye. -
'Di bingeha guherîna civakî ya Rojhilata Navîn de têkoşîna jinên Kurd heye'
Parlamentera Stenbolê ya DEM Partiyê Ozgul Sakî destnîşan kir ku têkoşîna aştiyê ya jinên Kurd ji bo guherîna Rojhilata Navîn girîng e û got, "Di bingeha guherîna civakî ya li Rojhilata Navîn de têkoşîna jinên Kurd heye." -
Li Swîsreyê jin ji bo greva 14’ê Hezîranê xwe amade dikin
Swîsre ji bo greva 4’an a jinan a 14’ê Hezîranê xwe amade dike. Yekîtiya Jinên Kurd a Swîsreyê (YJK-S) bi dirûşmeya “Jin, Jiyan, Azadî” bang li jinan kir ku dakevin kolanan. -
Festîvala Jinan a Zîlan wê 21’ê Hezîranê li Leverkusenê were lidarxistin
Yekîtiya Jinên Kurd a Elmanyayê (YJK-E) wê 19’emîn Festîvala Jinan a Zîlan 21’ê Hezîranê li bajarê Leverkusen ê Elmanyayê lidar bixe. -
Li Zurîchê wê Festîvala Jinê ya Sakîne Cansiz a 12'emîn bê lidarxistin
Festîvala Jinê ya Sakîne Cansiz a 12'emîn wê 28'ê Hezîranê li Zurîchê bi mijara rêxisitniya jinê û piştevaniya çandî pêk were. -
Li Londonê jin wê di Mihrîcana Jinan a Zîlan de bicivin
Mihrîcana Jinan a Zîlan di sala xwe ya 20’an de amadekariyê dike ku deng, gotin û berxwedana veguhezîne bigihîne Londonê. -
Li Kabûlê gefa mirinê li xebatkarên jin ên NY'ê tê xwarin
Li paytexta Efganistan Kabûlê, jinên ku bi navê Neteweyên Yekbûyî kar dikin, li destdirêjî û gefa mirinê rast tên. -
Gulser Yildirim: Hêvî têrê nake, pêwîstî bi rêxistinî û kar heye
Aktîvîsta TJA'yê Gulser Yildirim li ser yekîtî û karên rêxistinî yên jinên urd axivî û got, "Em bi hêvî ne, lê hêvî têrê nake. Divê rêxistinî, kar û yekîtî bêne mezinkirin." -
Yek ji parêzvanên destpêkê yên mafên jinan: Olympe de Gouges
Di têkoşîna azadî û wekheviya jinê de pênûsek wêrek: Olympe de Gouges bi nivîsên xwe serî hilda, mafê jinan parast û berdêla wê bi canê xwe li giyotineyê da. -
Dayikên Aştiyê: Werin em mil bidin aştiyê!
Însîyatîfa Dayikên Aştiyê ya Stenbolê ku li Taksîm Tunelê li hev civiyan, ev bang kirin, “Werin em mil bidin aştiyê.” -
Meclîsa Jinan a DEM Partiyê cejna Dayikên Aştiyê pîroz kir
Meclîsa Jinan a DEM Partiyê li Amedê serdana Dayikên Aştiyê kir û cejna wan pîroz kir. -
Li Îran û Rojhilatê Kurdistanê tundiya li nava malbatê zêde bûye
Daîreya Karên Jinê ya Îranê ragihand ku li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê rêjeya tundiya li nava malê ya li hemberî jinê zêde bûye. -
DEM Partiyê serdana Dayikên Aştiyê kir
Meclîsa Jinan a DEM Partiyê bi wesîleya Cejna Qurbanê serdana Dayikên Aştiyê kir.