JIN
Hemû Nûçe
-
Jinan li Şirnexê çalakiyên ji bo 25’ê Mijdarê dan destpêkirin
Jinan çalakiyên ji bo 25’ê Mijdarê dan destpêkirin. Bi pêşengiya TJA’yê nîqaş hatinkirin, peyama mezinkirina têkoşînê hate dayîn. -
KJAR’ê ji bo Werîşe Muradî banga piştevaniyê kir
KJAR’ê cezayê îdamê yê li Werîşe Muradî hatî birîn şermezar kir û banga piştevaniyê li hemû jinan kir. -
Li Kantona Firatê Kongra Star ji bo 25’ê Mijdarê komxebatek lidar xist
Rêxistina Kongra Star li Kantona Firatê bi dirûşmeya “Bi felsefeya Jin Jiyan Azadî, em ê azadiya jinê misoger bikin” komxebatek lidar xist. -
YPJ’ê nasnameya 4 şehîdan eşkere kir
Fermandariya Giştî ya YPJ’ê nasnameya 4 şervanên ku di sala 2016’an de şehîd bûne, eşkere kir. -
KJK: Em li dijî biryarên darvekirinê yên dewleta Îranê têkoşîna hevpar mezin bikin
KJK'ê nerazîbûn nîşanî biryara darvekirinê ya li hemberî Werîşe Mûradî da û got, "Eger Îran dixwaze li ser piyan bimîne divê li gorî demokrasiyê tevbigere." KJK'ê bang li gelan û jinan kir ku têkoşîna li dijî zext û darvekirinê mezin bikin. -
Li Ewropayê starta 25'ê Mijdarê hat dayîn
Li Aarau, Feiburg û Strasbourgê bi boneya 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna li Dijî Tundiya li Ser Jinê ya Cîhanê çalakî hatin lidarxistin. -
Cezaya darvekirinê li Werîşe Mûradî hat birîn
Girtiya siyasî ya Kurd û endama KJAR’ê Werîşe Mûradî, bi cezaya darvekirinê hat cezakirin. -
Jinan li Agiriyê dest bi çalakiyên 25'ê Mijdarê kirin
Jinan li Agiriyê dest bi çalakiyên ji bo 25'ê Mijdarê kirin û bernameya li ser çalakiyan eşkere kirin. -
Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bernameya çalakiyên 25'ê Mijdarê
Platforma Tevger û Rêxistinên Jinan ên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ragihand ku wê çalakiyên 25'ê Mijdarê bi dirûşma "Bi Jiyan, Jiyan, Azadî xwe biparêzin" pêk bînin. -
Jinên Ereb tevlî kampanyaya TAJÊ bûn
Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) di 5’ê Mijdarê de kampanyaya bi dirûşma ‘Li dijî şîdeta li ser Jin, Jin Jiyan Azadî’ da destpêkirin. Jinên Ereb ên Şengalê bi daxuyaniyekê tevlî vê kampanyayê. -
Jinên Wanê di 25’ê Mijdarê de wê li dijî tecrîdê biherikin qadan
Li Wanê TJA’yê starta çalakiyên 25’ê Mijdarê da. Jinan diyar kirin ku ew ê di 25’ê Mijdarê de li dijî tecrîdê, tundiyê û desteserkirina îradeyê biherikin qadan. -
Girtiyên jin ên Girtîgeha Evîn banga çalakiyê kirin
Girtiyên jin ên li Girtîgeha Evîn a Tahranê ji bo betalkirina biryara cezayê darvekirinê yê li rojnamevan Pexşan Ezîzî hatiye birîn, banga çalakiyê kirin. -
Halîde Turkoglû: Polîtîkayên qeyûm kuştinên jinan zêde dike
Berdevka Meclîsa Jinan a DEM Partiyê Halîde Turkoglu anî ziman ku bi tayînkirina qeyûman li şaredariyên me yên ku ji bo jiholêrakirina newekheviyê polîtîka diafirîne, kuştina jinan zêde dikin û got: "Desthilatdarî rasterast berpirsê qirkirina jinan e.” -
JINNEWS’ê çeteleya tundiyê ya meha Cotmehê eşkere kir
JINNEWS’ê çeteleya tundiyê ya meha Cotmehê weşand û ragihand ku 43 jin û 6 zarok hatine qetilkirin. Her wiha hate diyarkirin ku 22 jin û 4 zarokan bi awayekî bi guman jiyana xwe ji dest dane. -
Akademiya Jineolojiyê li Swîsreyê dest bi 25'ê Mijdarê kir
Akademiya Jineolojiyê ji bo çalakiyên 25'ê Mijdarê li bajarê Lozanê civiya. -
Jin li dijî desteserkirina vînê meşiyan
Jin Bi Hev Re Bihêz in li dijî desteserkirina Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê, Şaredariya Êlihê û Şaredariya Xelfetiyê meşiyan û gotin: “Em rê nadin desteserkirinê.” -
Li Enqereyê starta 25'ê Mijdarê hat dayîn
Platforma Jinan a Enqereyê, starta 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna li Dijî Tundiya li Ser Jinan da û banga daketina kolanan li jinan kir. -
Jin ber bi Şaredariya Sûrê ve meşiyan
Jinên TJA’yî piştî eşkerekirina deklarasyona 25’ê Mijdarê, li pêşiya bînaya Şaredariya Sûrê daxuyaniyek dan. Halîde Turkoglû anî ziman ku qeyûm tundiya mêr-dewletê ye û got ku ew ê ji bo şandina qeyûman têkoşîna xwe berdewam bikin. -
TAJÊ bernameya rêzeçalakiyên 25’ê Mijdarê eşkere kir
Tevgera Azadiya Jinên Êzidî(TAJÊ), bi wesîleya 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna li dijî Tundiya li ser Jinê ya Cîhanê rêzeçalakiyên xwe yê di navbera 5’ê Mijdarê heta 25’ê Mijdarê eşkere kir. -
KCDP: Di mehekê de 48 jin hatin qetilkirin, 23 jin bi rengekî bi guman jiyana xwe ji dest dan
KCDP’ê di rapora meha Cotmehê de ragihand ku 48 jin hatine qetilkirin û 23 jin jî bi rengekî bi guman jiyana xwe ji dest dan. -
Deklarasyona 25'ê Mijdarê: Em li qadan meşaleya azadiyê vêxin!
TJA'yê deklarasyona 25'ê Mijdarê eşkere kir. Di deklarasyonê de hate gotin, "Em bang li jinan dikin ku meşaleya azadiyê li qadan vêxin. Ji bo şikandina tecrîdê em ê her qad û kolanê veguherînin qada çalakiyê." -
Ev 120 roj in bi Pexşan Ezîzî re hevdîtin nayê kirin
Dosyaya Pexşan Ezîzî ya ku li Girtîgeha Evîn tê rehîngirtin û cezayêê dardekirinê lê hatî birin, şandin Dadgeha Bilind. Pexşan Ezîzî ev 120 roj in nikare bi malbat û parêzerên xwe re hevdîtinê pêk bîne. -
KJK: Li dijî sûcên li hemberî jinan em bi hev re dibêjin ‘Jin, Jiyan, Azadî’
KJK: Em hevalên xwe yên jin û dostên xwe yên li ber xwe didin silav dikin; bang dikin ku hêza têkoşînê ya hevpar hîn bêhtir xurt bikin û 25'ê Mijdar a îsal weke rojeke mezinkirina têkoşîna xwe ya hevpar a li dijî tundiyê binirxînin. -
TJK-E: Em li her derê berxwedanê mezin bikin
Li dijî desteserkirina şaredariyên Mêrdîn, Êlih û Xelfetiyê bang hate kirin ku li her devera Ewropayê têkoşîn û berxwedan bê mezinkirin. -
KJK: Em kolanan veguherînin qada berxwedanê
KJK'ê nerazîbûn nîşanî desteserkirina şaredariyên Mêrdîn, Êlih û Xelfetiyê da û got, "Ji bo rizgariya ji vê desthilatdariya dijminê jinê û zayendîperest, divê em jin kolanan veguherînin qada berxwedanê."