JIN
Hemû Nûçe
-
Hêzên dewleta Îranê 2 aktîvîstên Kurd binçav kirin
Tora Mafên Mirovan a Kurdistanê ragihand ku li Rojhilatê Kurdistanê 2 aktîvîstên Kurd bi hinceta ku tevlî pîrozbahiyên 8'ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê bûne hatine binçavkirin. -
Li tunelên berxwedanê 8'ê Adarê: Gerîlayên YJA Starê bi coş pîroz kirin
Gerîlayên YJA Starê 8'ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê li tunelên berxwedanê bi coş û biryardarî pîroz kirin. -
Ji Emerîkaya Latîn piştgiriya ji bo şoreşa jinê ya Kurdistanê
Hefteya borî bi wesîleya 8’ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê, ji gelek bajarên Emerîkaya Latîn jin daketin kolanan û li dijî êrîşên li ser Şoreşa Jinê û Kurdistanê dengê xwe bilind kirin. -
TJK-E: 8'ê Adarê li her devera Ewropayê bi coş hate pîrozkirin
Tevgera Jinên Kurd a li Ewropayê (TJK-E) ragihand ku jinên Kurd li gel dostên xwe li her devera Ewropayê 8'ê Adarê bi coş pîroz kirin. -
Kongra Star kiryarên HTŞ'ê yên li dijî jinan şermezar kir
Kongra Star bang li hemû jinên cihanê kir û got ku “divê jin li hemberî komkujiyan deng û têkoşîna xwe bilindtir bike.” -
Li Rûsyayê şahiyên 8’ê Adarê: Divê Rêber Apo azad bibe
Li gelek bajarên Rûsyayê 8’ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê hate pîrozkirin. Di şahiyan de hate destnîşankirin ku tenê bi azadiya Rêber Apo wê pirsgirêka jin û civakê çareser bibe. -
Li Êrîvanê 8’ê Adarê bi coşek mezin hat pîrozkirin
Li Êrîvanê jinan 8’ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê bi coşek mezin pîroz kirin û peyama Rêber Apo silav kirin. -
KJK: Jin wê cîhanê azad bikin
Koordînasyona KJK'ê çalakiyên 8'ê Adarê silav kir û diyar kir ku jinên qîmet û wateyê didin jiyanê, azadiyê, xwe û yên din wê cîhanê rizgar bikin, azad bikin, ronî bikin û bedew bikin. -
'Jin xwedî wê zanistê ne ku xwe ji her cûre xeteriyan biparêzin'
Gerîlayên YJA Starê 8'ê Adarê pîroz kirin û diyar kirin ku jin êdî xwedî wê zanistê ne ku dikarin xwe ji her cûre xeteriyan biparêzin. Gerîlayan diyar kirin ku jin wê bi fikrê Rêber Apo azad bibin. -
Li Sydneyê coşa 8’ê Adarê
Navenda Civaka Demokratîk a Kurd (DKTM) a Sydneyê 8'ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê bi çalakiyek girseyî pîroz kir. -
Mîtînga 'azadiyê' ya jinan a li Wanê bi dawî bû
Mîtînga fînalê ya li Wanê ku di çarçoveya çalakiyên Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê hate lidarxistin, bi dirûşma 'Jin, Jiyan, Azadî' bi dawî bû. -
Tulay Hatîmogûllari: Bang ji bo jinan ronesans e
Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllari li Wanê di mîtînga fînalê de axivî û anî ziman ku ew xwedî li banga Rêber Apo derdikevin û got, "Ev bang ji bo jinan ronesans e." -
Li Amedê ‘Meclîsa Jinan a Zimanê Kurdî’ hate avakirin
Li Amedê jinên ku di nava xebatên zimanê Kurdî û rêxistinên civakî yên sivîl de cih digirin, avakirina ‘Meclîsa Jinan a Zimanê Kurdî’ ragihandin. -
Ji 30 rêxistinan banga ji bo Werîşe, Pexşan û Şerîfe
Rêxistina Mafên Mirovan a Îranê jî di nav de 30 rêxistinên mafên mirovan ji bo betalkirina cezayê darvekirinê yê li Werîşe Mûradî, Pexşan Ezîzî û Şerîfe Mûhammedî hate birîn, bang kirin. -
Li Wanê mîtînga 8’ê Adarê: Em ber bi azadiyê ve dimeşin
Li Wanê bi wesîleya 8’ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê mîtîng tê lidarxistin. -
Jinên li Mannheimê di 8’ê Adarê de li kolanan bûn
Li bajarê Mannheim ê Elmanyayê, Platforma Jinan a Mannheimê (Femînîstisches Bundnis Mannheim) bi boneya 8'ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê daket kolanan û çalakî pêk anî. -
Li Amedê jinek hate qetilkirin
Li Amedê di êrîşa çekdarî ya li Strabucksê de jinek hate qetilkirin. -
8'ê Adarê li Awûstûryayê bi coş hate pîrozkirin
8'ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê li bajarên Awûstûryayê bi coş hat pîrozkirin û banga aştiyê ya Rêber Apo hat silavkirin. -
‘Rêxistinbûn û xweparastina me hêza me ya herî mezin e’
Jinên ku bi boneya 8’ê Adarê li paytextên Swêd û Danîmarkayê daketin qadan diyarkirin ku pergala baviksalarî ji berxwedana jinê ditirse û peyama, “Rêxistinbûn û xweparastina me hêza me ya herî mezin e” dan. -
Fransa: Têkoşîna birêxistinkirî ya jinan wê aştiyê bîne cîhanê
Bi hezaran jinên ku li Fransayê beşdarî çalakiyên bi boneya 8’ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê bûn, îşaret bi girîngiya têkoşîna birêxistinkirî ya jinan ji bo aştiya cîhanê kirin. -
‘Em dev ji têkoşîna xwe ya civaka demokratîk bernadin’
Bi hezaran jinên ku bi berzkirina dirûşmeya ‘’Bijî têkoşîna jinan’’ meşiyan, peyama: ‘’Em dev ji daxwaza xwe ya aşitiyeke birûmet berdanin. Em ê têkoşîna xwe ya wekhevî û azadiyê mezintir bikin’’ dan. -
Li bajarên Elmanyayê dirûşmeya ‘Jin Jiyan Azadî’ deng veda
Bi hezaran jinên ku li bajarên Elmanyayê daketin qadan, bi cilên xwe yên neteweyî, tililî û coşa xwe kolananan bi reng kirin. Jinên Kurd peyama “Jin, Jiyan, Azadî” rêya civaka wekhev, demokratîk û ekolojîk nîşan dide.” -
Peyama Rêber Apo ya 8’ê Adarê li Mexmûrê bi coş hate pêşwazîkirin
Jinên Wargeha Penaberan a Mexmûrê bi coş û moralekî mezin peyama 8’ê Adarê ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pêşwazî kirin. -
Li Amsterdamê peyama Rêber Apo ji deh hezaran jinan re hate xwendin
Li paytexta Hollanda Amsterdamê bi deh hezaran jin ji bo 8’ê Adarê meşiyan. Jinên ku peyama Rêber Apo ya 8’ê Adarê di qadê de xwendin, xwedî li banga dîrokî derketin. -
Peyama Meşa Şevê ya Femînîst: Aştî wê bi jinê re were
Bi hezaran jinên ku beşdarî Meşa Şevê ya Femînîst bûn diyarkirin ku têkoşîna wan wê heta jiyanekî wekhev û azad dewam bike.