JIN
Nûçeyên Dawî
-
SKB: Ji bo paşeroja jinan em Rojava diparêzin
SKB'ê li dijî êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk berxwedana rûmetê silav kir û got, "Em li Şoreşa Jinê ya Rojava bibin xwedî." -
Jinan û zarokan li Marsîlyayê dagirkerî protesto kirin
Jin û zarokên li bajarê Marsîlya ê Fransayê daketin kolanan bi çalakiyekê êrîşên qirker û dagirker ên dewleta Tirk a li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê protestokirin. -
TJK-E: Di 2’ê Mijdarê de em ê li qadan bin
Tevgera Jinên Kurd a Ewropayê (TJK-E) diyar kir ku bi wesîleya 1’ê Mijdarê Roja Hevgirtina Bi Kobanê ya Cîhanê re ew ê di 2’ê Mijdarê de li qadan bin. -
KJK'ê li dijî qirkirinê bang kir: Bênavber li ber xwe bidin
Koordînasyona KJK'ê li dijî êrîşên dagirker û qirker ên dewleta Tirk bang li jinan û her kesî kir ku bi rengekî bênavber li ber xwe bidin. -
YPJ: Hevrê Zeyneb û Nêrgîz bûn Pêşengên Berxwedana Rûmetê
Fermandariya Giştî ya YPJ’ê bi daxuyaniyeke nivîskî nasnameya 2 şervanên xwe yên bi navê Zeyneb Felat a 17’ê Cotmehê li Serêkaniyê û Nêrgiz Şewiş a 12’ê Cotmehê li Til Xelef şehîd bûne ragihand. -
‘Em ê rê nedin vesaziya dijminê jin û zarokan!’
Bi pêşengtiya Tevgera Jin Bi Hev re Bi Hêz in li Kadikoyê jin hatin gel hev û vesaziya zagonî ya dijminê jin û zarokan ku AKP dixwaze di bin navê Duyemîn Paketa Darazê bîne, protesto kirin. -
Tevgera Navnetewî ya Jina Kurd Kongreya 2'yan pêk anî
Tevgera Navnetewî ya Jina Kurd a 2'yan kongreya xwe ya li bajarê Krasnadorê ya Federasyona Rûsyayê pêk anî. -
Meclîsa Jinan a HDP’ê: Li hemberî dagirkeriyê em dakevin qadan
Meclîsa Jinan HDP’ê, bi boneya 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna Li Dijî Tundiya Jinê bernameya xwe ya çalakiyan eşkere kir. Jinan diyar kirin ku ew ê li dijî êrîşên ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û tayînkirina qeyûman li qadan bin. -
PAJK: Wê ji dewleta Tirk a faşîst û yên ku bêbextî kirine hesab bê xwestin
PAJK'ê Demhat Agît û Cemîl Amed bi bîr anî û got, ''Divê dewleta Tirk jî zanibe wê hesabê vê komkujiyê were pirsîn, çi qas berdêl were dayn jî dawiyê wê Kurd bi ser bikevin û kes nikaribe ku bigihijin azadiya xwe''. -
Rûken: Xwedî li Rojava derketin, xwedî li Şoreşa jinê derketin e
Zerîn: Ev êrîşeke li ser şoreşa jinê ye. Şoreşa Rojava bi reng û îradeya jinê têşe girt. Di vir de îradeya jina azad hatiye hedef girtin. Di hişmendiyê dagirkeran de her tim jin û zarok hedefê wan yê serekene. -
TJK-E’yê nerazîbûn nîşanî hovîtiya li şervana YPJ’ê hate kirin da
Tevgera Jina Kurd ên Ewropa (TJK-E) nerazîbûn nîşanî pêkanînên der mirovî ya çeteyên dewleta Tirka li şervana YPJ’ê Çîçek Kobanê ku 21’ê Kanûnê bi birîndar dîl ketibû destê çeteyan da, banga li dijî hovîtiyê raweste kir. -
PAJK'ê Bêrîtan bi bîr anî: Vîna jinê ya ku nayê teslîmgirtin
PAJK'ê Gulnaz Karataş (Bêrîtan) bi bîr anî û got, ''Bi vîna jinên Kurd ku teslîm nayên girtin, heta bi guleya xwe dawî şer kiriye, li dijî teslîmiyetê berxwedan tercîh kiriye''. -
YJA Starê di şexsê Bêrîtan de şehîdên Cotmehê bi bîr anî
Fermandariya Biryargeha Navendî ya YJA Starê bi daxuyaniyeke niviskî di şexsê Gulnaz Karataş (Bêrîtan) de şehîdên meha Ccotmehê bi bîr anî. -
Ne tenê diçû şer, her wiha diçû şoreşê
Bêrîtan Çiya ku li Sêrtê di Cotmeha 2016'an de tevî du hevrêyên xwe şehîd bû, dema li ser rêya Botanê bû wiha digot: "Em ne tenê ji bo şer diçin, ji bo pêkanîna şoreşê diçin." -
Wekîlên Jin ên Fransayî: Em piştgiriyê didin şervanên jin ên Kurd
Bi dehan parlamenterên jin ên Fransayî yên di asta neteweyî û Ewropayê de daxuyaniyeke hevpar weşandin û piştgiriya berxwedêrên jin ên Kurd kirin. Parlamenteran ji civaka navneteweyî xwestin ku li dijî dagirkeriya Tirk bikeve nava hewldanan. -
KJK: Xeta Bêrîtan li ber xwe dide
Koordînasyona KJK'ê Bêrîtan bi bîr anî ku di 25'ê Cotmeha 1992'an de şehîd bû û diyar kir, ku xeta Bêrîtan li dijî hêzên li dijî şoreşê li ber xwe dide ku polîtîkayên xiyanet, nokerî û qirkirinê ji nû ve pêk tînin. -
YPJ: Ev hovîtiya li ser hevrêya me Amara rêbazên DAÎŞ’ê ne
Fermandariya Giştî ya YPJ`ê got: “Ev kiryarên çeteyên dewleta Tirk li ser bedena hevrêya me Amara kiriye, rêbazên çeteyên DAIŞ’ê bi xwe ye.” -
'Dewleta Tirk û çeteyên wê amadekariyên komkujiyên nû dikin'
Komîteya Rêveber a kampanyaya 'Jin Rojava Diparêzin' li ber dagirkeriya dewleta Tirk a li rabû û diyar kir, dewleta Tirk û çeteyên wê amadekariyên komkujiyên nû dikn. -
TJA: Em desteserkariya AKP'ê nas nakin
TJA'yê got ew destesarkariya AKP'ê nas nakin û banga berxwedan û yekîtiya netewî kir. -
TJK-E: Sibe direng e, ji bo Rojava rabe ser piya!
TJK-E bang kir ku ji bo rizgarbûna ji qirkirinê bi hemû hêza xwe tevlî seferberiyê bibin û got: “Divê kes li malê nemîne, bi xurtî tevlî hemû çalakiyên seferberiyê bibe û mezin bike. Em TJK-E ji bo Rojava û Serêkaniyê dibêjin Rabin Ser Xwe.” -
Kolektîfa Greva Jinan a Swîsreyê: Li dijî dagirkeriyê rabin!
Kolektîfa Greva Jinan a Swîsreyê bi daxuyaniyekê nerazîbûn nîşanî êrîşên qirker û dagirker a Tirk da, bang li jinên cîhanê kir ku xwedî li Şoreşa Rojava derbikevin. -
Jinan li dijî dagirkeriyê balafirgeha Berlînê dagir kirin
Jinên Kurd û Elman li paytexta Elmanya Berlînê li balafirgeha Tegel ji bo xwedî li Rojava derbikeve û êrîşên dewleta Tirk protesto bikin çalakiye kirin. -
Serokkomarê Çekya:Tirkiye mîna heywanan kuştinan dike
Serokkomarê Çekyayê Mîlos Zeman got dewleta Tirk Kurdan ''mîna heywanan dikuje'' û domand, ''Biya min dewleta Tirk sûcê şer dike.'' -
Meclîsa Jinan a HDP'ê: AKP bi êşkence û tecawizê gefê dixwe
Meclîsa Jinan a HDP'ê got AKP têkoşîna azadiya jinan kiriye hedefa xwe, bi êşkence û tecawizê gefê dixwe. -
Platforma Jinên Kurd ên Yekbûyî: Bibin yek
Platforma Jinên Kurd ên Yekbûyî bi daxuyaniyeke nivîskî dagirkeriya Tirk şermezar kir, bang li Kurdan kir ku bibin yek û got ew amade ne bibin navbeynkar.