JIN
Hemû Nûçe
-
Li rojnamevanên nûçeya qetilkirina Jîna Emînî çêkiribûn 5 sal ceza hat birîn
Rojnamevan Nîlûfer Hemedî û Elahe Muhammedî ên ku di sala 2022’yan de nûçeya qetilkirina Jîna Emînî çêkiribûn heta 5 salan cezayê girtîgehê li wan hat birîn. -
Jinên enternasyonalîst ji bo Abdullah Ocalan meşiyan
Jinên ciwan ên Îtalyayî di çarçoveya pêngava "Ji Abdullah Ocalan re azadî ji pirsgirêka Kurd re çareseriya siyasî” li Torînoyê meşiyan. -
KJAR’ê ji bo Werîşe Muradî bang kir
KJAR’ê derbarê çalakiya greva birçîbûnê ya bêdem a Werîşe Muradî de daxuyaniyek niviskî da û bang li her kesî kir ku piştgiriyê bidin Werîşe Muradî. -
Werîşe Muradî dest bi greva birçîbûnê ya bêdem kir
Endama Civaka Jinên Azad a Rojhilatê Kurdistanê (KJAR) Werîşe Muradî ku zêdeyî 14 meh in li Îranê girtî ye, diyar kir ku li dijî zext û darvekirinê dest bi greva birçîbûnê ya bêdem kiriye. -
TJK-F: Ji bo azadiya Rêber Apo werin em di 12-13’ê Cotmehê dakevin qadan!
TJK-F’ê got: "Ji bo azadiya Rêber Apo em bang li herkesî dikin ku tevlî çalakiya ku wê di 12-13’ê Cotmehê were lidarxistin, bibin." -
UNICEF: Her yek ji 8 zarokan mexdûrê destavêtinê ne
UNICEF a ser bi Neteweyên Yekbûyî ragihand ku li tevahiya cîhanê zêdeyî 370 milyon zarokên keç û jin mexdûrê destavêtin û destdirêjiyê ne. -
'Em ê azadiya fizîkî ya Rêber Apo azadiya gelan û jinan misoger bikin'
Endama Komîteya Perwerdeyê ya Civaka Jinên Azad a Rojhilatê Kurdistanê (KJAR), Liyan Şîndayê Komploya Navneteweyî ya 9’ê Cotmehê şermezar kir û got: “Em ê bi pêkanîna azadiya fizîkî ya Rêber Apo azadiya gelan û jinan misoger bikin.” -
Li Mêrdînê jinan bi berxwedanê bendên polîsan hilweşandin
Jinan li Mêrdînê komkujiyên li ser jinan şermezar kirin û bi berxwedanê bendên polîsan hilweşandin. -
YJK-E’yê banga xwedîderketina pêngavê kir
YJK-E’yê Komploya 9’ê Cotmehê şermezar kir û got: ‘’Ji bo azadiya Rêbertiya me, em banga xwedîderketina pêgavê dikin.’’ -
Kevana Zêrîn Şoreş Semsûr bi bîr anî
Navenda Çand û Hunerê ya Kevana Zêrîn a PAJK'ê ji hunermendên Awazê Çiya û Koma Amara Şoreş Semsûr (Devrîm Çoban) bi bîr anî. -
Qirkirina siyasî: Hevşaredara Misircê û 4 jin hatin binçavkirin
Di çarçoveya operasyona qirkirina siyasî de Hevşaredara Misircê Sadiye Aktîn, Hevserokên DEM Partî û DBP'ê yên Misircê jî di nav de 5 jin hatin binçavkirin. -
YPJ: Em pêngavê bi ser bixînin, Rêber Apo azad bikin
Fermandariya Giştî ya YPJ'ê got, "Em pêngava ku ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo hatiye destpêkirin bi hev re bi ser bixînin." -
PAJK: Em hêzên komploger bi nefret û hêrsa xwe ya şoreşgerî şermezar dikin
PAJK’ê di sala 27’emîn a komployê de hêzên komploger bi nefret û hêrsa şoreşgerî şermezar kir û bang li her kesî kir ku heta pêngava ‘Ji Rêber Apo re azadî’ encam digire, çalakiyan bênavber bidomînin. -
RAJIN Roja Rojnamevanên Jin ên Kurdistanê silav kir
RAJIN Roja Rojnamevanên Jin ên Kurdistanê silav kir û Gûrbetellî Ersoz bi bîr anî. Di daxuyaniyê de hate gotin, "Li dijî qirkirina jinê, komplo û qirkirinê em ê li pey heqîqetê bin." -
ROJIN: Rojnamevanên jin ên Kurd deriyê heqîqetê vedikin
Yekîtiya Rojnamevanên Jin ên Kurdistanê (ROJIN), di peyama xwe ya bi wesîleya 7’ê Cotmehê Roja Rojnamevanên Jin ên Kurd de got, “Rojnamevanên jin ên Kurd deriyê heqîqetê vedikin.” -
YRJ: Têkoşîna rojnamevanên jin ên Kurd wê bi ser bikeve
YRJ'ê Roja Rojnamevanên Jin ên Kurd pîroz kir û got, "Rojnamevaniya Jinên Kurd di encama berxwedanekê de afirî. Li gel zext û êrîşên hêzên dewlet-mêr jî em ê vê rêyê bi ser bixînin." -
MKG: Rojnamevanên jin ên Kurd wê rastiyê di tarîtiyê de nehêlin
MKG'ê Roja Rojnamevanên Jin ên Kurd silav kir û diyar kir ku rojnamevanên jin ên Kurd wê heqîqetê di tarîtiyê de nehêlin. -
KJK’ê: Tecrîdê krîza li Rojhilata Navîn daîmî kiriye
KJK'ê bi wesîleya salvegera komploya 9'ê Cotmehê daxuyaniyek da û diyar kir ku tecrîdkirina Abdullah Ocalan krîza li Rojhilata Navîn daîmî kiriye. KJK'ê got, "Çareseriya pirsgirêkên civakî yên li Rojhilata Navîn bi azadiya Rêber Apo dibe." -
Nagîhan Akarsel li Londonê hate bîranîn
Li Navenda Civaka Kurd a Londonê ji ber salvegera 2'yemîn a qetilkirina endama Akademiya Jineolojiyê Nagîhan Akarsel çalakiyeke bîranînê hate lidarxistin. -
Li Grazê çalakiya li dijî kuştina jinan
Rêxistinên femînîst li dijî komkujiya jinan meşiyan, xwestin pêşî li kuştina jinan bê girtin û ji bo wekheviya zayendî tedbîrên bi lez bêne wergirtin. -
TJA'yê bertek nîşanî qetlîamên jinan da: Divê em bên ba hev
Parlamentera DEM Partiyê Sumeyye Boz di daxuyaniya çapemeniyê ya TJA'yê de têkildarî qetlîamên jinan got, "Ji bo avakirina siberoja xwe û ewlekariya xwe divê em bên ba hev." -
Li Amedê qetilkirina jinan hat şermezarkirin
Jinên ku di çarçoveya ‘Komxebata Polîtîkayên Jinan yên di Rêveberiyên Xwecihî de’ hatin cem hev, qetilkirina jinan şermezar kirin. -
Tundiya li hemberî jinan didome
Li gorî JINNEWS’ê di meha Îlonê de 30 jin û zarokek hatin qetilkirin û 15 jin û 4 zarok jî bi awayek guman jiyan xwe ji dest dest dane. -
'Paradîgmaya Rêber Apo ji jinên Ereb re bû derman'
"Eger paradîgmaya azadîparêziya jinê ya Rêber Apo nebûya em nedigihîştin vê astê. Paradîgmaya Rêber Apo ji bo me jinên Ereb û derman. Weke jineke Ereb min felsefeya neteweya demokratîk a Rêber Apo pejirand û bi gelan re di vê çarçoveyê de dijîn." -
RJAK'ê Nagîhan Akarsel di salvegera şehadeta wê de bi bîr anî
RJAK’ê nivîskar, akademîsyen û rojnamevan Nagîhan Akarsel di salvegera şehadeta wê de li Silêmaniyê bi merasîmekê bi bîr anî.