JIN
Hemû Nûçe
-
Li Den Haagê hevdîtina gelan: Yekane rêya rizgariyê têkoşîna hevpar e
TJK-Hollanda bi tevlêbûna jinên ji netewên cuda panelek lidarxist. Di panelê de hat gotin, “Li cîhanê heta yek jin bi tenê mabe ku ji zincîran rizgar nebûbe, divê ev rastiya bê zanîn ku tu kes ji me azad nîne.” -
Li Londrayê ji bo jinên girtî çalakiya piştewaniyê hat lidarxistin
Însiyatîfa Jinên Kurd bi minasebeta 25’ê Mijdarê ji bo jinên ku di girtîgehên dewleta Tirk de dîl tên girtin nameyên ‘piştewaniyê’ şandin. -
Jin li Parîsê li qadan bûn
Bi pêşengiya 60 rêxistinên jinan gelek jin li paytext Parîsê daketin qadan li dijî pedofîliyê meşiyan, jinên Kurd bi pêşkêşkirina lîstoka xweparastinê îfade dike ya Bablekan, bal kişandin ser polîtîkayên qirkeriyê yên heyî. -
''Li dijî jinên Kurd polîtîkayên taybet têne danîn''
Rayedarên HDP, DBP û TJA'yê ku li Colemergê bûn, gotin, ''Li dijî jinên Kurd polîtîkayeke taybet hatiye danîn. Bi rêxistiniyê em ê berevaniya xwe qeyîm bikin û azad bibin.'' -
TJA: Wê jin neteweya demokratîk ava bikin
Tevgera Jinên Azad (TJA) derbarê salvegera 6’emîn a avabûna xwe daxuyaniyeke nivîskî weşand û got “Bi perspektîfa rêya sêyemîn em ê neteweya demokratîk ava bikin.” -
Konferansa Meclisa Jinan a Edaleta Civakî hat lidarxistin
Di raporên salane yên konferansa Meclisa Jinan a Edaleta Civakî de encamên derketinî holê hatin nirxandin û biriyarên nû hatin standin. -
Doza Emîne Şenyaşar bi doza heqaret li Yildiz kiriye kirin yek
Biryar hate dayin ku doza heqaret li Wezîrê Karê Hidur Suleyman Soylû kirî û doza ku bi hêceta “heqaret” Wekîlê AKP’î Îbrahîm Halîl Yildiz kiriye li Emîne Şenyaşar hatibû vekirin, bibin yek. -
Walîtiya Dêrsimê destûr neda ku jin standê vekin
Walîtiyê Dêrsimê destûr neda ku jin di çarçoveya çalakiyên 25’ê Mijdarê de li taxan standan vekin. -
Jin li dijî şîddetê daketin qadan
Di çarçoveya 25’ê Mijdarê de jin daketin qadan û peyam dan ku wê li hemberî dewleta mêrserwer li ber xwe bidin. -
YJK-E: Di 25’ê Mijdarê de em li her derê ne
YJK-E got “Li hemberî tacîz, tecawiz û qetlîaman em li ber xwe didin’ û bernameya çalakiyên 25’ê Mijdarê eşkere kir. -
TJK-E'yê bernameya 25'ê Mijdarê eşkere kir: Dem dema parastina jin a azad e!
TJK-E'yê got, "Dem dema parastina jin a azad e" û bernameya çalakiyan a 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna li dijî Tundiya li Jinê ya Navneteweyî eşkere kir. -
Bernameya çalakiyên 25'ê Mijdarê ya jinên Kurd ên li Fransayê
Tevgera Jinên Kurd a li Fransayê, bi wesîleya 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna li dijî Tundiya li Jinê ya Navneteweyî wê li gelek bajaran çalakiyan li dar bixe. -
KON-MED'ê bang kir ku tevlî çalakiyên 25'ê Mijdarê bibin
KON-MED'ê bang kir ku her kes tevlî çalakiyên TJK-E'yê bibe, ku TJK-E ji bo 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna Dijî Tundiya li ser Jinê û Piştevaniya Navnetewî ya Cîhanî wê heftiyekê çalakiyan bike. -
Varli: AKP berpirsyarê kuştina jinan e
Hevseroka DBP'ê ya Wanê Gulderen Varli bal kişand ser dijminatiya AKP'ê ya li jinan û got, kuştina jinê tê teşwîqkirin û desthilatdarî cesaretê dide mêran. -
Şehbayiyan şîdeta li ser jinê şermezar kirin
Bi sedan jinên Şehbayî û Efrînî bi meşekê şîdeta li ser jinê şermezar kirin. -
Newaya Jin li Lîege û Essenê bi xwendevanên xwe re civiya
Xebatkarên rojnameya Newaya Jin li Lîege û Essenê bi xwendevanên xwe re hat cem hev, banga boykotkirina dezgehên ragihandin û çapemeniyê yên Tirk ku veguherîne navenda şerê taybet û mejî dicemidînin hat kirin. -
Parlementera HDP’ê Başaran: Divê kujer Dogan Demîr were girtin
Parlementera HDP’ê Ayşe Acar Başaran diyar kir ku Dogan Demîr ê ku jinek kuştibû û jinek jî birîndar kiribû, hê jî nehatiye destgîrkirin. -
Sarya ya KBDH’î ji bo 25’ê Mijdarê: Divê milîsên jin xwe rêxistin bikin
Endama Konseya Tevgera Şoreşger a Yekbûyî ya Jinan (KBDH) Hêvî Sarya bi minasebeta 25’ê Mijdarê Roja Cîhanî ya Têkoşîna li Dijî Şîdeta li Ser Jinê peyame da û got, “Parola bingehîn xwe rêxistinkirina milîsên jin e.” -
Li Dîlokê 2 jin hatin kuştin
Li navçeya Şehîtkamîl a Dîlokê 2 jin hatin kuştin. -
Girtina Dayika Aştiyê Yîgît hate şermezarkirin
Meclîsa Dayikên Aştiyê girtina Nezîfe Yîgît şermezar kirin -
Li Amedê çalakiyên 25'ê Mijdarê dest pê kirin
DAKAP'ê dest bi çalakiyên 25'ê Mijdarê kir û bernameya çalakiyan eşkere kir. Bang li jinan hate kirin ku dakevin qadan. -
Li Êlihê jinek hate kuştin
Li Êlihê jina bi navê Sûltan Karabûlût a ku bi mehra dînî hatibû zewicandin ji aliyê Dogan Demîr hate kuştin. Karabûlût beriya cînayetê gilî kiribû. -
Li Dîlokê jinek bi rengekî hovane hate qetilkirin
Li navçeya Şehîtkamîl a Dîlokê, cenazeyê jinekê hate dîtin ku bi êşkenceyê hatiye qetilkirin. -
Jin li dijî şer û şîdetê li qadan in
Jinên li Bakurê Kurdistanê strata çalakiyên 25’ê Mijdarê dan. Di çalakiyan de li dijî polîtîkayên şer ên dewleta Tirk a dagirker û şîdeta zilam peyam hatin dayin. -
Li Londrayê jin li dijî şîdetê çalakî kirin
Platforma Piştewaniya Jinê ya Londrayê di çarçoveya merasîmên 25’ê Mijdarê stant danîn û gotin, “Heya em azadiya xwe bi dest dixînin wê têkoşîna me bidome.”