Li Londrayê jin li dijî şîdetê çalakî kirin

Platforma Piştewaniya Jinê ya Londrayê di çarçoveya merasîmên 25’ê Mijdarê stant danîn û gotin, “Heya em azadiya xwe bi dest dixînin wê têkoşîna me bidome.”

Platforma Piştewaniya Jinê ya Londrayê bi munasebeta 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna Navnetewî ya li Dijî Şîdeta li Ser Jinê li Edmonton Green’ê stant danîn û daxuyanî dan. Însiyatîfa Jinên Kurd, Yekîtiya Jinên Sosyalîst, Jina Nû, Cemxane, Alxas-Com, endam û nûnerên Baskên Jinan yên Tîlkîlîler û Kurecîklîler tevlê çalakiyê bûn û dirûşmeyên “Ji şîdetê re na, qirkirina jinê dawî bibe” û “Cînayetên jinan polîtîk e” hatin berzkirin.

Di daxuyaniya li wir hat xwendin de bal hate kişandin li ser berdewambûna qetilkirina jinên mamoste, doktor, hunermend û werzişkar ên Efganîstanê ji aliyê Talîbanê û hate gotin ku ku cîhan dengê jinên li Efrînê ku rojane ji aliyê dewleta Tirk û çeteyên wê tên rewandin, tên tecawîzkirin û kuştin û bi darê zorê koçandina wan jî nebihîst.

Di dawiya daxuyaniyê de hat gotin ku ji wan hemû rastiyan re inad, têkoşîna jinê sînoran derbas kir û berdewam dibin çavkaniya îlhamê.

Daxuyanî bi çepik û dirûşmeyan bi dawî bû.