Li Êlihê jinek hate kuştin

Li Êlihê jina bi navê Sûltan Karabûlût a ku bi mehra dînî hatibû zewicandin ji aliyê Dogan Demîr hate kuştin. Karabûlût beriya cînayetê gilî kiribû.

Li gorî agahiyên ku hatine stendin Dogan Demîr li Taxa Çamlitepeyê bi çêkê êrişî malekê kir.

Di êrişê de Sûltan Karabûlût û xwişka wê Muzeyyen Karabûlût birîndar bûn. Sûltan Karabûlût li cihê êrişê jiyana xwe ji dest da, Muzeyyen Karabûlût jî rakirin beşa lezgîn a nexweşxaneyê.

Piştî êrişê ji bo girtina Dogan Demîr xebat hate destpêkirin.

Navenda Mafên Jinan a Baroya Êlihê diyar kir ku Karabûlût beriya ku were kuştin li cem polîsan gilî kiriye.

Navenda Mafên Jinan li ser twîtterê got “Dîsa li Êlihê jineke ciwan ji aliyê Dogan Demîr hate kuştin. Dogan Demîr ê kujer hê nehatiye girtin. Em dixwazin lêpirsîn bi xurtî bidome û kujer were girtin. Sûltan Karabûlût berê gelek caran gilî kiriye ku hevjînê wê dixwaze wê bikuje, ji ber ku nehate parastin Karabûlût hate kuştin.”

DI ROJEKÊ DE SÊ JIN HATE KUŞTIN

Li Wargeha Xwendekarên Jin a Mêrdînê jî xwendekareke jin bi gumanbarî jiyana xwe ji dest da û li Dîlokê jî cenazeyê jineke ku bi êşkenceyê hatiye kuştin, hate dîtin.