Newaya Jin li Lîege û Essenê bi xwendevanên xwe re civiya

Xebatkarên rojnameya Newaya Jin li Lîege û Essenê bi xwendevanên xwe re hat cem hev, banga boykotkirina dezgehên ragihandin û çapemeniyê yên Tirk ku veguherîne navenda şerê taybet û mejî dicemidînin hat kirin.

Newaya Jin li bajarên Lîege yê Belçîka û Essen a Elmanyayê bi xwendevanên xwe re lihev civiya.

Civîna li Lîege’yê  ji aliyê Meclîsa Jinê ya Ronahî ve hat organîzekirin. Di civînê de kedkara çapemeniya Kurd Ronî Eylem axivî û bal kişande ser rolê negatîf ya medyayê ku îro weke amûreke şerê taybet ji aliyê hikumetan ve tê bikaranîn.

Eylem di dewamê de behsa girîngiya rojnamevaniya jinê ya ku ji dîrokê heya roja îro têkoşîna jinê nîşan dide kir û girîngiya hebûna organên weşanên taybet ên mîna Newaya Jin, Jin Tv û Jin News’ê vegot.

CIVÎNA LI ESSEN’Ê

Xwendevanên rojnameyê li bajarê Essen a Elmanyayê jî hatin cem hev. Civîn ji aliyê Meclîsa Bêrîvan Şengal li Navenda Civaka Demokratîk a Kurd hat lidarxistin. Di civînê de rolê teşwîqkar ê medyayê ya weke çavkaniya esasî di şîdeta li ser jinê û qetlîamên li ser jinan hate bibîrxistin.

Rojnamevan Ulkem Zeremya jî di civînê de axivî û banga boykotkirina dezgehên ragihandin û çapemeniyê yên Tirk ku veguherîne navendên şerê taybet û mejiyan dicemidînin hat kirin.

Zeremya her wiha diyarkir ku dezgehên çapemenî û ragihandina Kurdî wê bibe heqîqet, ya gel û li rex gelê xwe bûnê bidome û beşdarên amade vexwand ji bo ku bibin kedkarê dilxwaz ên çapemeniyê.