TJA: Wê jin neteweya demokratîk ava bikin

Tevgera Jinên Azad (TJA) derbarê salvegera 6’emîn a avabûna xwe daxuyaniyeke nivîskî weşand û got “Bi perspektîfa rêya sêyemîn em ê neteweya demokratîk ava bikin.”

Tevgera Jinên Azad (TJA) derbarê salvegera 6’emîn a avabûna xwe daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Di daxuyaniya TJA’yê de ev tişt hate diyarkirin:

“Dîroka me dîroka berxwedanê ye. Ev berxwedan û têkoşîn bi keda jinan gav bi gav hate avakirin. Li warê Xwedawendan Lîlîth, li Gimgimê Ekîn Wan, li Dêrsimê Zarîfe, li Silopiyê Dayika Taybet, li Lêlikanê Bêrîtan, li Şengal û Efrînê jinên winda û li zindana Amedê jî Sakîne bû.”

Tevgera jinên Kurd di 20’ê Mijdara 2016’an de zextên qirkirin û asîmîlasyona di bin navê Rewşa Awarte de rakir û bi banga Meclîsa Jinan a DBP’ê dest bi rêwîtîya xwe kiriye û bi şîara ‘Em li hemberî darbeyan têkoşîna xwe bi rêxistin dikin’ bi beşdariya gelên jinên ji Kurdistan, Tirkiye û rêxistinên jinên dinyayê bi navê TJA’yê xwe rêxistin kiriye.

Têkoşîna jinên Kurd a ku tê xwestin dengê wê were birîn îro bi mîrateya berxwedana jinên bi rûmet geş dibe. Jin di dîroka mêtingeriyê de jî bûne pêşengên herî dînamîk ên veguherîna civakê û berxwedanê, li hemberî têkiliyên desthilatdarî û zordestiyê, wekî avakerên hevgirtin û jiyana komunal bûne hêza sereke ya têkoşîna civakê.

Îro jî teşeyên şîddetê yên wekî tacîz, tecawiz û îstîsmarê sîstematîk bûne û veguherîne qirkirina jinan, bloka faşîst a AKP û MHP’ê bi polîtîkayên ku dijminatiya jinan dike, vê qirkirinê kûrtir dike. Saziyên jinan hatin girtin, îradeya jinan bi rêya qeyyûman hate desteserkirin, cezayên giran li siyasetmedarên jin hate birîn. Polîtîkayên tendirustiyê yên tê wateya mudaxeleya li ser bedena jinê, pergala perwerdehiyê ya ku newekheviya zayendê kûrtir dike lê li hemberî desthilatdariyê têkoşîna jinan heye ya ku her dem li kolanan û li qadan e.

Dewletê gelek êriş û zext veguherand konsepta şerê taybet û dema li hemberî tecrubeya dîrokî ya tevgera jinên azad tu encam bi dest nexist, êdî dest bi girtin, destgîrkirin û terorîzêkirinê kir. Em jinên ku li heqîqet û azadiya dîroka berxwedanê digerin, di salvegera avabûna TJA’yê de careke din diyar dikin ku wê jin bi ser bikevin. Wê gelê Kurd û gelên bindest bi ser bikevin. Em jin em ê bi perspektîfa rêya sêyemîn neteweya demokratîk ava bikin. Jiyana azad wê bi keda me jinan bibe şêwaza jiyanê. Wê azweriya azadiyê ya jinên li zindan, kolan, mal, çiya, deşt û li her dera dinyayê li ber xwe didin, bi ser bikeve. Wê têkoşîna me bi ser bikeve. “