Varli: AKP berpirsyarê kuştina jinan e

Hevseroka DBP'ê ya Wanê Gulderen Varli bal kişand ser dijminatiya AKP'ê ya li jinan û got, kuştina jinê tê teşwîqkirin û desthilatdarî cesaretê dide mêran.

Hevseroka Wanê ya Partiya Herêman a Demokratîk (DBP) Gulderen Varli diyar kir ku piştî Tirkiye ji Peymana Stenbolê hate vekişandin, jin hîn bi hêsanî hatin kuştin û got, yê ku cesaretê dide mêrên ku jinan dikujin AKP ye.

Piştî ku desthilatdariya AKP'ê xwe ji Peymana Stenbolê vekişand, bi milyonan jin bûne hedefa mêran.

Li Tirkiyeyê her roj glek jin ji aliyê mêran ve têne kuştin. Li bajarên Tirkiye û Bakurê Kurdistanê di nava 10 salên dawî de tundiya li jinê bi asta ji sedî 1400'î zêde bû. Ji sala 2008'an heta Mijdara 2021'ê 3 hezar û 776 jin ji aliyê mêran ve hatin qetilkirin.

Ji 20'ê Adara 2021'ê dema vekişîna desthilatdariya AKP'ê ji Peymana Stenbolê û vir ve 200 jin hatin qetilkirin. Di 11 mehên sala 2021'ê de bi giştî 271 jin hatin qetilkirin.

DESTHILATDARÎ KUŞTINA JINAN TEŞWÎQ DIKE

Hevseroka Bajarê Wanê ya DBP'ê Gulderen Varli diyar kir ku desthilatdarî û zîhniyeta mêr a ku bi sedan salî beden û keda jinê ji nedîtî ve hat û qadên jiyanê lê teng kir, ji kuştin û xwekuştina jinê berpirsyar in.

Varli anî ziman ku polîtîkayên AKP'ê, qanûnên ku jinan naparêzin û daxuyaniyên li ser medyayê dide, dibin sedema xwekuştina jinê û got, "Piştî ku Tirkiye ji Peymana Stenbolê veqetiya, jin hîn bi hêsanî hatin kuştin. Ya ku cesaretê dide kujeran jî qanûnên hatine amadekirin e. Yên ku jinan dikujin zanin ku ev qanûn wê wan biparêzin. Li Tirkiyeyê her roj gelek jin têne qetilkirin û dema ku mirov bala xwe didin ser cezayê ku li sûcdaran tê birîn, hingî sedemê baştir fêhm dikin. Yê ku jinê dikuje di deriyekî dikeve hundir ji deriyê din jî derdikeve. Ji ber ku cezayê têrker li kujeran nayê birîn, ev yek cesaretê dide mêrên din."

DI NAVA AKP'Ê DE DIJMINATIYA LI JINÊ HEYE

Varli ragihand ku zêdebûna komkujiya jinan ji ber vekişîna AKP'ê ji Peymana Stenbolê û polîtîkayên wan ên têkildarî jinan e û got, "Dema ku mirov bala xwe didin ser gotin û çalakiyên AKP'ê hingî dijminatiya li jinan tê de dibînin. Eşkere ye ku kî dibe sedema van komkujiyhan. Yekane peymana ku heta niha jin diparast Peymana Stenbolê bû, lê belê bi biryara kêfî ya AKP'ê ji holê hate rakirin. Bi jiholêrakirina peymanê re komkujiyên ku li jinan têne kirin zêde bûn. Bêguman yekane berpirsyarê vê jî AKP ye. Bi navê DBP'ê li dijî polîtîkayên mêr û zayendîperest ji bo jiyana jinê li her qadê bi bandor be em têdikoşin. Bi pîvana temsîliyeta wekhev li her tax, kolan û malê em kar dikin. Têkoşîna me wê dewam bike."