Walîtiya Dêrsimê destûr neda ku jin standê vekin

Walîtiyê Dêrsimê destûr neda ku jin di çarçoveya çalakiyên 25’ê Mijdarê de li taxan standan vekin.

Li Kurdistanê çalakiyên di çarçoveya 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna Li Hemberî Şîddeta Li Ser Jinan didome.

Li Dêrismê Komeleya Hevgirtina Jinan a Yenîgunê ji bo ku li taxan standan veke serî li Walîtiyê da. Walîtiyê şewb kir hincet destûr neda ku stand werin vekirin.

Hevseroka komeleyê Çagla Yolaşan derbarê vê qedexekirin  ji ajansa me re axivî û got “Me dixwest li 3 taxan standan vekin û bi jinan re werin ba hev. Me 10 roj berê serlêdan kiribû. Ber bi dawiya dema bersivdanê xwestin em naveroka belavokên xwe bidin wan. Piştî lêkolîna li ser broşurê bi nivîskî ji me re hate ragihandin ku bi hinceta şewbê vekirina standan û belavkirina belavokan hatiye qedexekirin.”

Yolaşan li hemberî qedexekirin û astengkirinê bang li jinan kir û got “Werin em bi hev re li hemberî şîddeta li ser jinan têbikoşin. “