Li Amedê çalakiyên 25'ê Mijdarê dest pê kirin

DAKAP'ê dest bi çalakiyên 25'ê Mijdarê kir û bernameya çalakiyan eşkere kir. Bang li jinan hate kirin ku dakevin qadan.

Platforma Jinê ya Amedê ya Dîcleyê (DAKAP) têkildarî 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna Navneteweyî ya li dijî Tundiya li Jinê, li taxa Ofîsê li ber avahiya PTT'ê daxuyaniyek da çapemeniyê. Beriya daxuyaniyê ji jinên dîlgirtî re qertên piştevaniyê bi rêya postayê hatin şandin.

BERNAMEYA ÇALAKIYAN

Berdevka Demê ya DAKAP'ê Çagla Îzcî diyar kir ku koordînasyona 25'ê Mijdarê ji 5 saziyan pêk tê û bernameya çalakiyan eşkere kir. Li gorî daxuyaniyan çalakiyên ku wê li Amedê bêne lidarxistin wiha ne:

"17'ê Mijdarê: Li navçeyan hemûyan û kolana Hunerê wê karê stîckerê bê kirin. Têkildarî 25'ê Mijdarê wê afîş bên amadekirin û li kolanan û ketin û derketina ji bajêr bêne daliqandin.

18'ê Mijdarê: Tevî rêveberiyên xwecihî wê karê atolyeyê bê kirin.

19'ê Mijdarê: Bi pêşengiya Komeleya Jinê ya Rosa li Kafeya Zerzevan hevpeyvîn wê bê lidarxistin. (Saet di navbera 13:00-16:00 de)

20'ê Mijdarê: Li Parka Koşûyolû bi pêşengiya ÎHD'ê wê ji bo Gulistan Dokû bang bê kirin.

20'ê Mijdarê: Bi pêşengiya KESK'ê wê bi jinan re tûra bîsîkletan bê kirin.

21'ê Mijdarê: Bi pêşengiya federasyonê wê li pêşiya Girtîgeha Tîpa D daxuyaniyek ji çapemeniyê re bê dayin. (12:00)

21'ê Mijdarê: Bi pêşengiya Komîsyona Edalet ji bo Gulistan Dokû, li şanoya bajêr e Amedê wê tevlî pêşandana şanoyê were kirin. (15:00)

22'ê Mijdarê: Li navçeyan wê kar bê kirin.

23'ê Mijdarê: Bi pêşengiya Dayikên Aştiyê wê serdana Goristana Gundê Sise bê kirin. (09:00)

23'ê Mijdarê: Bi pêşengiya Jineolojî û KASED'ê wê pêşangeha wêneyên bergê yên kovara Jineolojiyê bê lidarxistin û tevlî lîstika li Şanoya Bajêr a Amedê bê kirin. (16:00)

24'ê Mijdarê: Bi pêkhateyên DAKAP'ê re wê panel were lidarxistin. Ji bo şermezarkirina cezayê li Ayşe Gokkan hatiye birîn wê li ber edliyeyê daxuyaniyek ji çapemeniyê re bê dayin.

25'ê Mijdarê: Wê tevlî daxuyaniya li ser rapora salane ya Tevna Tundiyê bibe. Bi şev jî meşeke bi meşaleyan were lidarxistin. (17:00)

26'ê Mijdarê: Wê tevlî lîstika KESK'ê ya li Şanoya Bajêr a Amedê bibe.

Li navçeyan wê çalakiyên cuda bêne lidarxistin.

Ji girtiyên jin re wê qert û pirtûk bêne şandin."

Di daxuyaniyê de bang li jinên Amedî hate kirin ku tevlî çalakiyan bibin û hate gotin, "Rêya me rêya azadî û wekheviyê ye."