Jin li Parîsê li qadan bûn

Bi pêşengiya 60 rêxistinên jinan gelek jin li paytext Parîsê daketin qadan li dijî pedofîliyê meşiyan, jinên Kurd bi pêşkêşkirina lîstoka xweparastinê îfade dike ya Bablekan, bal kişandin ser polîtîkayên qirkeriyê yên heyî.

Di pêvajoyeke ku li tevahî cîhanê û bi taybetî li erdnîgariya Kurdistanê pêşketinên pir germ çêdibin de jinan careke din herikîn qadan.

 Di serî de paytext Parîs, li gelek bajarên Fransayê jin daketin qadan, rexne li rêveberiya welat girtin û destnîşan kirin ku pêwîste tedbîrên mayîndetir ji bo şîdetê bên standin.

Li paytext Parîsê pêkhateyên jinan ku Tevgera Jinên Kurd jî di nav de bûn saet 13:30’an li Meydana Repûblîqûe ji bo meşê kombûn.

Di çalakiya girseyî de jinan bi hemû rengên xwe cih girtin û saet 14:00’an dest bi meşê kirin.

Di çalakiya jinan de ku gelekî bala çapemeniyê kişande ser xwe, bi dovîzên dirûşmeyî yên “Xwe biparêze”, “Dawî li qirkirina jinan bê” û “Sîstem şîdetê hildiberîne” hat xemildandin, wêne wêneyên Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez yên li Parîsê hatibû qetilkirin, her wiha yên polîtîkayên qirkirinê yên li Efrînê tên rêvebirin nîşan didan ji aliyê Tevgera Jinên Kurd hatin hildan. Jinên Kurd flama, al û pankartên ku balê dikişînin ser qirkirina jinê hildan û ji bo vegotina xweparastinê ya di pêvajoyeke ku şîdeta li ser jinê li mal, cihê kar û kolanan bûye tiştek ji rêzê cilê li ser hatibûn nivîsandin “Xwebûn, xwe parastin, Jin, Jiyan, Azadî- Sara, Rojbîn, Ronahî” li xwe kirin û govenda “Bablekan” gerandin.

Di dema gerandina govendê de jinan dirûşmeyên “Li dijî şîdet, tecawîz û tacîza li ser jinê; li dijî her cûre serdestiyê, li dijî koletiyê, li dijî dagirkeriyê, li dijî serdestiya zilam, xwebûn xwe parastin” berzkirin.

Govend ji aliyên tevgerên din ên jinan bi baldarî hat pêşwazîkirin.

Di tevahiya meşê de belavokên TJK-F hatin belavkirin, Tevgera Jinên Kurd axaftinek bi dirûşmeya “Li Hemberî Qirkirina Jinê, Dem Dema Parastina Civaka Azad û Jina Azad e!” hat kirin.

Jinên Kurd bi berzkirina dirûşmeya “Jin, Jiyan, Azadî” û pêkhateyên din ên jinan careke din qêrkirin ku ew sîstemek ya li Fransa û cîhanê ku têde jin dibe qurban qebûl nakin.