Şehbayiyan şîdeta li ser jinê şermezar kirin

Bi sedan jinên Şehbayî û Efrînî bi meşekê şîdeta li ser jinê şermezar kirin.

Di çarçoveya rêzeçalakiyên ji bo 25’ê Mijdarê, Roja Cîhanî ya Têkoşîna li dijî Tundiya li ser Jinan, bi sedan jinên kantonên Efrîn û Şehbayê li gundê Kefer Naya yê Şehbayê meşek lidarxist.

Meş ji naverasta Kefer Naya destpêkir. Di meşê de alên Kongreya Star, Yekîtiya Jinên Ciwan û pankartên “Na ji zewicandina zarokan re, ne ji destdirêjiya zayendî re, tecawîz sûceke nayê efûkirin” hatin hildan û dirûşmeyên şermezarkirina tundiya li ser jinan û qetilkirina zarokan hatin berzkirin.

Meş li qada dibistana Kefer Naya veguherî mîtîngê. Li wir deqeyek rêz hat girtin, piştre li ser navê Yekîtiya Jinên Ciwan a kantona Şehbayê Bedîe Muslim axivî û got: “Bi nêzbûna Roja Cîhanî ya Têkoşîna li dijî Tundiya li ser Jinan em Yekîtiya Jinên Ciwan sûc û binpêkirinên ji qetilkirin û tecawîzê ku li dijî tevahî pêkhateyan pêk tên, her wiha sûcên li dijî zarokan pêk tên şermezar dikin.”

Bedîe Muslim wiha domand: “Hişmendiya zilamsalar, urf û adet hê jî bi tevahî cûreyên tundiyê li ser jinan pêk tên, bi taybet jinên ciwan ên bi hêcetên cuda tên qetilkirin. Ev sûceke dûrî mafên civak û jinan e.”

Bedîe Muslim wiha gotina xwe bi dawî kir: “Em jinên ciwan ên kantona Şehbayê li ser fikir û felsefeya Rêber Abdullah Ocalan bi rêxistinkirî ne û soz didin ku em ê hesabê ji her kesê tundiyê li dijî jin û zarokan pêk tînin bipirsin û li rex jinan bisekinin û biparêzin.”

Meş bi berzkirina dirûşmeyan bi dawî bû.