''Li dijî jinên Kurd polîtîkayên taybet têne danîn''

Rayedarên HDP, DBP û TJA'yê ku li Colemergê bûn, gotin, ''Li dijî jinên Kurd polîtîkayeke taybet hatiye danîn. Bi rêxistiniyê em ê berevaniya xwe qeyîm bikin û azad bibin.''

Meclîsa Jinan a HDP'ê ji bo 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna Dijî Tundiya li ser Jinê û Piştevaniya Navnetewî li Navenda Sûka Colemergê meş kir.

Piştî meşê Berdevka Meclîsa Jinan Ayşe Acar Başaran û Hevseroka DBP'ê Saliha Aydeniz daxuyanî dan.

Di daxuyaniyê de hate gotin, ''Li tevahiya Tirkiyê li ser jinan tundî tê kirin û bi vê tê xwestin ku jina 'maqûl' were avakirin, şerê li Kurdistanê jî li ser jinan û bedena jinê rê ve dibin. Weke polîtîkayeke taybet a şer tecawûzê dikin amûrek, hejariyê geştir dikin. Hewl didin ku civakê ya ku hejar kirine û jinan dixin navenda polîtîkaya şerê taybet. Em li vir careke dî diyar dikin, me jinan û jinên Kurd serê xwe li ber ti êrîşê netewnad û bi paş ve gav neavêt. Li gel jinên Colmergê û yên ku ji Wanê hatine em dibêjin, em hay ji polîtîkaya we hene û em ê têbikoşin. 25'ê Mijdarê li Kurdistanê û Tirkiyê em ê polîtîkayên we yên bi dijminatiya jinê deşîfre bikin û heta ku em dawî li pergala we ya kirêt bînin têkoşîna me wê bidome.''

Li dawiya daxuyaniyê hate gotin polîtîkaya şerê taybeT, siyaseta li ser bedena jinê û polîtîkaya tundiyê wê nikaribe têkoşîna rêxistinî ya jinan ji holê rake û ew ê bi rêxistiniya xwe, berevaniyê li xwe bikin û azad bibin.