Girtina Dayika Aştiyê Yîgît hate şermezarkirin

Meclîsa Dayikên Aştiyê girtina Nezîfe Yîgît şermezar kirin

Meclîsa Dayikên Aştiyê, Nezîfe Yîgît jî di nav de girtina 14 kesan şermezar kirin, ku bi operasyopna qirkirina siyasî ya bi navenda Amedê li 5 bajaran Yîgît jî di nav de 14 kesên ku hatibûn destgîkirirn 15'ê Mijdarê hatibûn girtin.

Dayika Aştiyê Raîfe Ozbey li daxuyaniya çapemeniyê, ku li avahiya meclîsê ya li Ofîsê axivî, got, ''Ev çi zilm e? Ev destgîrkirin û girtin heta kengî wê bidomin? Em girtinan qebûl nakin. Em jî dixwazin li vî welatî bijîn. Êdî bes e! Li van deran tiştekî bi navê heq, hiqûq,  dadmeniyê nemaye.''

Ozbey bal kişande ser doza girtina Dayika Aştiyê Makbûe Ozbek a 72 salî, ku piştî krîzê li dilê wê dabû bi serlêdana parêzeran 5'ê Îlona 2020'an hatibû berdan. Ozbey got, ''Em dayik dema ku diçin serdana nexweşan, taziyan van jî dikin sûc. Ji ber vê dixwazin ceza bidin dayika aşyiyê Makbûle Ozek a 72 salî. Hevalên me, ti sûcê wan nîne.''