Parlementera HDP’ê Başaran: Divê kujer Dogan Demîr were girtin

Parlementera HDP’ê Ayşe Acar Başaran diyar kir ku Dogan Demîr ê ku jinek kuştibû û jinek jî birîndar kiribû, hê jî nehatiye destgîrkirin.

Li Taxa Çamlitepe ya Êlihê kesekî bi navê Dogan Demîr hevjîna xwe Muzeyyen Karabûlût birîndar kiribû û xwişka wê Sûltan Karabûlût jî kuştibû. Li pêşiya avahiya HDP’ê ya Êlihê çalakgerên TJA’yê, Berdevak Meclîsa Jinan a HDP’ê Ayşe Acar Başaran, Hevşaredara Êlihê Songul Korkmaz, Dayikên Aştiyê û gelek jinan ev êriş şermezar kirin.

Başaran diyar kir ku jina ku berê jî hevjînê wê gef lê dixwar, duh êrişî wê hatiye kirin û got “Di êrişê de Sûltan Karabûlût jiyana xwe ji dest da û Muzeyyen jî bi giranî birîndar bû. Hê jî kujer nehatiye girtin. Kesên ji bo têkoşîna jinan dixebitin dixin girtîgehan lê mêr bi piştgiriya desthilatdariyê her roj sûcan dikin. Lê em ê jî li hemberî vê ferasetê têkoşîna xwe geş bikin.”