Li Dîlokê 2 jin hatin kuştin

Li navçeya Şehîtkamîl a Dîlokê 2 jin hatin kuştin.

Li Taxa Belkis a navçeya Şehîtkamîl a Dîlokê duh li qadeke vala cenazeyê jinekê hatibû dîtina  ku bi êşkenceyê hatibû kuştin. Hate diyarkirin ev cenazeyê jina bi navê Neslîhan Kaya (41) e.

Piştî karên otopsiyê cenazeyê Kaya teslîmî malbata wê hate kirin. Kaya li Taxa Hîsar a Nûrdagiyê hate veşartin.

Duh jî li navçeya Ogûzelî jina bi navê Meral Mas (31) ji aliyê hevjînê xwe Hasan Mas bi çekê hate birîndarkirin.  Piştî ku Mas rakirin nexweşxaneyê, li wir jiyana xwe ji dest da. Hasan Mas jî hate destgîrkirin.

CÎNAYETÊN LI SER JINAN Û MIRINÊN BI GUMAN 

Li gorî Platforma Em ê Cînayetên Jinan Bidin Sekinandin di meha Cotmehê de herî kêm 18 jin hatine kuştin û 19 jin jî bi awayekî bi gumanbar jiyana xwe ji dest dane. Di meha Îlonê de jî 26 jin hatibûn kuştin û 19 jinan jî bi awayekî gumanbar jiyana xwe ji dest dabûn.

Ji meha Çileyê heta Cotmehê jî herî kêm 252 jin ji aliyê mêran hatibûn kuştin. Platformê ji bo ku kes ‘hejmaran normal nebîne’ di meha Sibatê de dane eşkere nekiribû.

Platformê diyar kiribû ku di sala 2020’an de 300 jin ji aliyê mêran hatibûn kuştin.