Sarya ya KBDH’î ji bo 25’ê Mijdarê: Divê milîsên jin xwe rêxistin bikin

Endama Konseya Tevgera Şoreşger a Yekbûyî ya Jinan (KBDH) Hêvî Sarya bi minasebeta 25’ê Mijdarê Roja Cîhanî ya Têkoşîna li Dijî Şîdeta li Ser Jinê peyame da û got, “Parola bingehîn xwe rêxistinkirina milîsên jin e.”

Endama Konseya KBDH’ê Hêvî Sarya bal kişande ser têkoşîna jinan û diyarkir ku pirsgirêkên li seranserê cîhanê derketine pêş bêkarî, hejarî, mêtingeriya kedê, qirkirina ekolojiyê û şerên talanker-dagirkerî nin.

Sarya anî ziman “Nakokiya di navbera ked û sermayeyê de kûr dibe” û îşaret bi karaktera zayendî ya mulkiyeta taybet û faşîzmê kir.

Hêvî Sarya ragihand, “Ji ber vê yekê faşîzm û zilamsalarî ya ku di nav hev de pêşve diçe îro weke belayekê li ser gelan û jinên cîhanê xwe rêxistin û bi sazî kiriye.”

Sarya anî ziman ku polîtîkayên faşîzm û zilamsalar li Kurdistan û Tirkiyê ne awarte belku di rastiyê de rewşeke normal li xwe girtiye û ne îstîsna belku qayîdeya wê bi xwe ye. Hêvî Sarya wiha domand, “Em wek Tevgera Şoreşger a Yekbûyî ya Jinan ligel nêzîkbûyîna 25’ê Mijdarê difikirin ku birêvebirina bi hevre ya têkoşîna li dijî faşîzmê û têkoşîna li dijî zilamsalariyê girîng e.”

Sarya di dawiyê de bang li hemû jinan kir ku ji bo azadiyê, piştewaniya jinê û ji bo edaletê tevlê milîsên KBDH’ê bibin û got, “Emê bi şerkirin, xwe biçekkirin û rêxistinkirinê ve têkoşîna xwe ya azadiya jinê bi zaferê tacîdar bikîn û bi bilindkirina têkişîna li dijî faşîzm û zilamsalariyê ve emê azadiya xwe bidest bixîn.”