Li Londrayê ji bo jinên girtî çalakiya piştewaniyê hat lidarxistin

Însiyatîfa Jinên Kurd bi minasebeta 25’ê Mijdarê ji bo jinên ku di girtîgehên dewleta Tirk de dîl tên girtin nameyên ‘piştewaniyê’ şandin.

Endamên Însiyatîfa Jinên Kurd li Brîtanyayê di çarçoveya çalakiyên ji bo 25’ê Mijdarê Roja Cîhanê ya Têkoşîna li Dijî Şîdeta li Ser Jinê li ber Postxaneya Harîngey hatin cem hev û ji bo jinên ku dewleta Tirk ew dîl girtine nameyên piştewaniyê şandin.

Berdevka Însiyatîfa Jinê Besîme Basar li wir daxuyaniyek da û behsa xeta berxwedan û azadiyê ya têkoşîna jina azad ya Tevgera Jinên Kurd a ji Rosa’yan heya Besê û Zîlanan hatî kir.

Basar îşaret bi 25’ê Mijdarê kir û anî ziman ku di encama polîtîkayên dewleta Tirk ya li ser bedena jinê birêve dibe de bi hezaran jin hatine dîlgirtin.

Di çalakiyê de dirûşmeyên “Jin, Jiyan, Azadî” hatin berzkirin û ji Postxaneya Harîngeyê name ji bo girtîgehan şandin.