Li Den Haagê hevdîtina gelan: Yekane rêya rizgariyê têkoşîna hevpar e

TJK-Hollanda bi tevlêbûna jinên ji netewên cuda panelek lidarxist. Di panelê de hat gotin, “Li cîhanê heta yek jin bi tenê mabe ku ji zincîran rizgar nebûbe, divê ev rastiya bê zanîn ku tu kes ji me azad nîne.”

Bi minasebeta 25’ê Mijdarê Roja Cîhanê ya Têkoşîna li Dijî  Şîdeta li Ser Jinê, bi pêşengiya Tevgera Jinên Kurd li Ewropa (TJK-F) li gelek welatên Ewropa çalakiyên bihêz hatin lidarxistin.

Li bajarê Den Haag a Hollandayê jî bi pêşengiya TJK-Hollanda’yê bi tevlêbûna jinên ji saziyên cuda panelek hat lidarxistin.

Panel bi dirûşmeya “Li dijî şîdeta li ser jinê em bi hevre têbikoşîn” li Navenda Civaka Demokratîk a Kurdan li Hollandayê hat lidarxistin. Endama TJK-E Sûltan Oger, endama Eniya Demokratîk a Netewî ya Fîlîpîniyan Conî Ledesma, endama Platforma Jinan a Cîhanê Petra Van Ham û ji pêkhateya Jiyana Çermreşan Binirx e û Partiya Bajêr a Den Haagê Levî Ommen û ji Yekîtiya Azad  Jolanda Wînkelhûîjzen weke axaftinvan tevlê panelê bûn.

Li salona panelê wêneyên Xwîşên Mîrabel, Sakîne/Leyla/Fîdan û Arîn Mîrkan hatibûn daliqandin û gelek dovîz û pankarta li ser hatibû nivîsandin “Qetlîama jinan rawestînin, bijî berxwedana jinên rêxistinbûyî” hatibû vekirin.

Panel piştî deqeyek rêzgirtinê destpêkir. Di panelê de Sûltan Oger axaftina destpêkê kir û diyarkir ku jin encax bi here dikarin qetlîama jinan li asta cîhanê bidin sekinandin û got, “Dem dema jina azad û civaka azad e.”

Oger balkişand ku pêwîste jin rêxistinbûyî û bi hevre li dora têkoşînekê kombibin û axaftina xwe bi pêşkêşkirina slayta ku dîroka derketina 25’ê Mijdarê vedibêje domand.

Her wiha Oger di dewamê de behsa berxwedan û rêxistinbûna jinê ya li Rojava ku bûye hêvî û baweriya aştiyê di asta cîhanê kir û piştre balkişande ser qirkirina li ser Şengalê ku jinan li hemberî wê ji bo xwe biparêzin xwe rêxistin kirine.

Piştî Oger ji Platforma Jinan a Cîhanê Petra Van Ham axivî û diyarkir, “Têkoşîna jinan li dijî êrişkariya emperyalîzmê mezin dibe. Li welatên rojava grev/çalakiyên jinên karker zêde dibin. Jin zêde bi mêtingeriyê re rû bi rû dibe encax emê civakeke sosyalîst ya wekhev û azad biafirînin û wê jin li vê derê azad bibin.”

Ji Bleck Lîves Matterê Levî Ommen jî destpêkê anî ziman ku bi jinên Kurd re bûyîn pir watedar e û got ku gelek tiştên ku di derbarê dîroka Kurdan de nizane fêr bûye.

Ommen balkişande ser têkoşîna li dijî nijadperestî û zayendperestiyê û ragihand ku jinên çermreş ji rizgarbûna ji koletiyê û şûnde bi zext û êrişên cuda re rû bi rû dimînin.

Dîsa Jolanda Wînkelhûîjzen jî axaftinek pêşkêş kir û têde bi vegotina Vrîje Bond behsa pêvajoya xwe ya xebatê kir. Wînkelhûîjzen diyarkir ku wê ji ciwantiya xwe ve di nava piştewaniya bi Kurdan re bûye û got ku ewê piştewaniya xwe bidomîne. Wînlelhûîjzen di dawiyê de ev got, “Li cîhanê heta yek jin bi tenê mabe ku ji zincîran rizgar nebûbe, divê ev rastiya bê zanîn ku tu kes ji me azad nîne.”

Gelek nûnerên jin ên saziyan ku nekarîbûn tevlê panelê bibin peyamên xwe şandin.

Di peyaman de bal hat kişandin li ser jinan ku bi şîdetê re rû bi rû ne û rastê zextê hejarî û çînatiyê dibin.

Piştî peyaman di rûniştina duyem a panelê pirsên beşdaran hatin giritn û bersivandin.

Panel bi berzkirina dirûşmeya “Jin, Jiyan, Azadî”, çepik û tilîliyan bi dawî bû.