Doza Emîne Şenyaşar bi doza heqaret li Yildiz kiriye kirin yek

Biryar hate dayin ku doza heqaret li Wezîrê Karê Hidur Suleyman Soylû kirî û doza ku bi hêceta “heqaret” Wekîlê AKP’î Îbrahîm Halîl Yildiz kiriye li Emîne Şenyaşar hatibû vekirin, bibin yek.

Di êrişên xizm û badîgardên Wekîlê AKP’î Îbrahîm Halîl Yildiz yên 14’ê Hezîrana 2018’an li cihê kar destpêkir û li Nexweşxaneya Dewletê ya Pirsûsê dewam kir de hevjîn û 2 kurên Emîne Şenyaşar hatibûn qetilkirin. Doza ku bi îdiaya “heqaret” li Yildiz kiriye li hemberî Emîne Şenyaşar hatî vekirin, piştî lêkolîna ku bi rêbazê Usûla Darizandinê ya Hêsan (BYÛ) ya 12’ê Mijdarê li 2. Dadgeha Cezayê ya Asliye ya Rihayê pêkhat, hate xwestin ku ev doz bi doza ku beriya vê bi îdiaya Emîne Şenyaşar li Wezîrê Karê Hindur Suleyman Soylû “heqaret kiriye” hatibû vekirin bibe yek.

Bi hêceta ku reşnivîsa ji bo yekkirina dozan ji Soylû re nehatiye ragihandin, biryar hat dayin ku doz 14’ê Çileya 2022’an ji nû ve bê lêkolînkirin.