Jin li dijî şîddetê daketin qadan

Di çarçoveya 25’ê Mijdarê de jin daketin qadan û peyam dan ku wê li hemberî dewleta mêrserwer li ber xwe bidin.

Di çarçoveya 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna Navneteweyî ya Li Dijî Tundiya Li Ser Jinê de li gelek bajaran çalakî û şahî hatin lidarxistin û li dijî tundiya mêr-dewletê banga mezinkirina têkoşînê hat kirin. 

AMED 

Komeleya Jinan a Rosayê, li kafeyeke li navçeya Sûrê ya Amedê bernameyek li dar xist. Parlamentera HDP'ê ya Amedê Semra Guzel û Hevseroka HDP'a Amedê Gulistan Atasoy, endamên Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) û gelek jin tevlî bernameyê bûn. Di bernameyê de Seroka Komeleya Rosayê Adalet Kaya axivî û ev tişt got: "Tirkiye berpirsyariyên xwe yên peyamên navneteweyî bi cih nayne. Em îro bi tundiyên curvecûr re rû bi rû ne. Hem ji hêla dewletê ve hem jî ji hêla mêran ve tundî li me hatiye kirin. Em dixwazin îro li vir birêxistinbûneke baş biaxivin. Divê em têkoşînê mezin bikin. Bi qasî ku em rêxistinbûna xwe mezin bikin em ê xweparastina xwe pêk bînin. Divê em hem di hêla siyasî de hem jî di hêla têkoşîna mafan de piştevaniyê xurt bikin."

Di dawiya bernameyê de jinan bi kilaman re govend gerandin û bi dûrişmeya “Jin jiyan azadî” û tilîlî bernameya xwe bi dawî kirin. 

MÊRDÎN 

Meclisa Jinan a HDP'ê û Tevgera Jinên Azad  (TJA), li navçeya Şemrexê ya Merdînê bi bernameyekê bi jinan re rûniştin. Bername li mezraya Hindriz a gundê Qolçiyan a navçeyê pêk hat. Parlamentera HDP'ê ya Mêrdînê Pero Dundar tevlî bernameyê bû û diyar kir ku wê dev ji destkeftiyên jinan bernedin. 

DÊRSIM

Platforma Jinan a Dersimê jî li Qada Seyîd Riza wêneyên 25 jinên hatine kuştin û windakirin da pêşandan. Di nav wêneyên hatin pêşandan de wêneyên Azra Gulendam Haytaoglû, Îpek Er, Pinar Gultekîn, Edanûr Kaplan ku hatine qetilkirin û jinên ku ji ber xweparastina li dijî tundiya li ser xwe di girtîgehan de ne hene.  

ANTALYA 

Platforma Jinan a Antalyayê, ji bo 25'ê Mijdarê ji jinên girtî re kartên piştevaniyê şand. Jin li ber Postaxaneya Gullu hatin gel hev û pankarta "Ji jinên girtî re azadî, bijî piştevaniya jinan" vekirin û dûrişmeya "Destgîrkirin, zext û girtin nikarin me têk bibin" berz kirin. Beriya şandina kartan, jinan daxuyaniyek da. Li ser navê jinan endama platformê Fatma Kayaoglû axivî û ev tişt got: "Tundiya dewletê jî bi qasî ya mêran bandorê li jinan dike. Binpêkirinên mafên jinan bi zêdeyî berdewam dikin. Neheqiyên li jinan tenê bi pêvajoya girtinê re ne bi sînor in. Bi lêgerînên tazî tê berdewamkirin. Lêgerîna tazî weke rêbazeke tacîzê tê bikaraîn û tacîz tê meşrûkirin."