JIN
Hemû Nûçe
-
Jinên Wanî li dijî dewleta nêr û tecrîdê rabûn ser piyan
Jinên Wanî li dijî hişmendiya dewleta nêr û tecrîdê li mîtînga 8'ê Adarê hatin cem hev. -
Jinên Amedî ji bo azadiyê diherikin qada mîtîngê
Li Amedê jin ji bo mîtînga 8'ê Adarê diherikin Qada Stasyonê. -
Jin li dijî zîhniyeta mêr-dewletê daketin qadan
Jin bi wesîleya 8'ê Adarê daketin qadan û zîhniyeta mêr-dewletê şermezar kirin. Di çalakiyan de jin xwedî li destketiyên xwe derdikevin. -
YPS-JIN ji bo têkoşînê bang li jinên Kurdistanê kir
Koordînasyona YPS-JIN got, "Em bang li jinên Kurdistanê yên welatparêz dikin ku li cihê lê ne tevlî nava hêza rêxistinî ya YPS-JIN'ê bibin." -
Li Rûsyayê 8'ê Adarê hate pîrozkirin
Li Rûsyayê 8'ê Adarê hate pîrozkirin, berxwedana jinan hate slavkirin. -
Li Silêmaniyeyê bîranîna jinên hatin qetilkirin
Yekîtiya Jinên Kurdistanê li pêşiya Hola Tawar bi çalakiyekê 8’ê Adarê pîroz kir û jinên hatine qetilkirin bibîr anî. -
Zilar Stêrk: Jinûve avakirina cîhanê di destê jinan de ye
Endama Konseya Serokatiya Giştî ya KCK'ê Zilar Stêrk got, "Bang li jinên Rojhilata Navîn hemûyan dikim, ku ji bo azadiya xwe hêzê bidin têkoşîna me. Xerakirina cîhanê jî avakirina wê jî di destê me jinan de ye." -
Bi sedan şervanên YPJ'ê merasîma leşkerî lidar xistin
YPJ'ê bi wesîleya 8'ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê li Reqayê bi beşdariya bi sedan şervanên jin merasîmeke leşkerî lidar xist. -
Rûken: Sekna azadiyê ya jinan wê bi ser bikeve
Endama Koordînasyona KJK'ê Zêrîn Rûken destnîşan kir, li gel zext û êrişên zîhniyeta bi serweriya mêr jî sedsala 21'ê wê bibe sedsala jinê û wiha got, "Pêla azadiyê ya jinê ku di 8'ê Adarê de digihêje asta herî bilind, wê biherike Newrozê." -
8'ê Adarê li Qendîl û Kelarê hate pîrozkirin
Li herêmên Qendîl û Kelarê yên Başûrê Kurdistanê, bi pêşengiya Rêxistina Jinên Azad a Kurdistanê (RJAK) 8'ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê bi çalakiyan hate pîrozkirin. -
Newroz Ehmed: YPJ hêza parastinê ya jinan hemûyan e
Endama Fermandariya Giştî ya QSD'ê Newroz Ehmed anî ziman ku YPJ hêza parastinê ya jinan hemûyan e û got, "Ti jin divê xwe bi tenê nebîne, em bi wan re ne." -
YJA Star: Em ê şoreşa jinê pêk bînin û faşîzmê têk bibin
YJA Star: 8'ê Adarê di serî de li Rêberê xwe, em li şehîdan, hevrêyên li zindanan, li jinên berxwedêr û hevrêyên li çeperên şer pîroz dikin, soz didin ku sala 2022'an bibe sala serketinê. -
'Pergala desthilatdaran tenê bi vîn û hêza jinan dikare bê şikandin'
Sazî û rêxistinên civaka Êzidî yên li Ewropayê 8'ê Adarê pîroz kirin û diyar kirin ku pergala dedsthilatdaran wê bi vîn û hêza jinê bê şikandin. -
KNK: Li Kurdistanê dema jinên azad e
Komîsyona Jinan a KNK'ê bal kişand ser bandora jinên Kurd a li nava siyaseta neteweyî û navneteweyî û got, "Jinên Kurd ji bo destnîşankirina çarenûsa xwe, xwe gihandine asta pêwîst a rêxistinkirinê." -
'Têkoşîna me wê heta serxistina şoreşa jinê dewam bike'
Gerîlayên YJA Starê 8'ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê pîroz kirin û ragihandin ku bi saya keda Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan têkoşîna jinê gihîştiye vê astê. Bang li jin ên ciwan kirin, ku ji bo serketina şoreşê, tevlî berxwedanê bibin. -
Besê Erzîncan: Yekîtiya jinê wê dawî li faşîzmê bîne
Endama Koordînasyona KJK'ê Besê Erzîncan diyar kir ku 8'ê Adarê roja serîhildana li ber koletiyê ye û got, bi sala 2022'an re jinên li Rojhilata Navîn û cîhanê wê hîn bêhtir giraniyê bidin ser têkoşîna hevpar. -
Li Berlînê jin li dijî faşîzma dewleta Tirk meşiyan
Li Berlînê di şexsê Aysel Tûglûk de ji bo girtiyên nexweş û ji bo jinên di têkoşîna li dijî çeteyên hov ên DAÎŞ’ê û dewleta Tirk a dagirker li Rojava û Şengalê de jiyana xwe ji dest dane meşek hat lidarxistin. -
Li Dûîsbûrgê meşa 8’ê Adarê hat lidarxistin
Rêxistinên jinan ên li Dûîsbûrgê bûne yek û ji bo 8’ê Adarê Roja Jinên Kedkar a Cîhanê meşiyan. -
Çalakiyên 8’ê Adarê li Bakur û Rojhilatê Sûriyê didomin
Li Bakur û Rojhilatê Sûriyê jinan bi rasthatina 8’ê Adarê bi çalakiyên cûr bi cûr pêşwazî dikin. Li Tebqa, Heleb, Şehba û Sirînê jinan peyamên girîng dan û gotin: “Em ê heta bidestxistina serkeftin û rizgariyê li ser rêça şehîdan bimeşin." -
Li Mexmûrê jinan meşa 8’ê Adarê lidarxistin
Li Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) jinan bi wesîleya 8’ê Adarê meşeke girseyî lidar xistin. Di daxuyaniya hatî dayin de peyama bilindkirina têkoşîna azadiya jinan û azadiya fîzîkî ya Ocalan hat dayin. -
Jinên Kurdistanî li dijî zilam-dewletê li qadan in
Li Bakurê Kurdistanê jinan li dijî şîdeta zilam-dewletê banga daketina qadan û tevlêbûna mîtîngên 8’ê Adarê li jinan kir. -
Arjîn Niştîman: 8'ê Adarê û hemû roj, rojên jinê ne
Gerîlaya HPJ’yî Arjîn Niştîman li gel pîrozkirina 8’ê Adarê bal kişande ser têkoşîna azadiya jinê û bang li jinan kir û: Werin em bi hevre têkoşîna xwe bilind bikin. -
Kovara Zenanî Şerq di hejmara 44'an de cih da 8'ê Adarê
Kovara Zenanî Şerq (Jinên Rojhilat) bi hejmara 44'an gihîşt ber destê xwendevanan. Hejmara vê mehê ya kovarê bi wesîleya 8'ê Adarê Roja Jinên Cîhanê hate weşandin. -
YJŞ: Jin wê bi berxwedanê azad bibe
Fermandariya YJŞ'ê 8'ê Adarê bi daxuyaniyekê pîroz kir û bal kişand ser girîngiya rêxistinî û xweparastina jinê. Fermandariyê destnîşan kir, ku jin wê bi berxwedanê azad bibe. -
Jinên Kurd li Kanadayê 8'ê Adarê pîroz kirin
Jinên Kurdistanî, li bajarê Toronto yê Kanadayê 8'ê Adarê pîroz kirin û gotin, "Azadiya jinê bi azadiya Abdullah Ocalan û bicihanîna paradîgmaya wî dibe."