'Têkoşîna me wê heta serxistina şoreşa jinê dewam bike'

Gerîlayên YJA Starê 8'ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê pîroz kirin û ragihandin ku bi saya keda Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan têkoşîna jinê gihîştiye vê astê. Bang li jin ên ciwan kirin, ku ji bo serketina şoreşê, tevlî berxwedanê bibin.

Gerîlayên YJA Starê li çiyayên Kurdistanê 8'ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê bi kelecaneke mezin û bi coş pêşwazî kirin. Gerîlayên YJA Starê li ser têkoşîna jinê, berxwedana dema dawî û destketiyan axivîn.

Gerîla Elefterya Arîn got, "Em deyndarê Sara û Delalan e ku têkoşîn gihandine vê serdemê. Asta têkoşîna jinê, encama ked û têkoşîna hevalên me yên şehîd bûne. Bi vê wesîleyê careke din hevala Sara bi rêz û minet bi bîr tînim. Em ê armancên hevala Sara teqez pêk bînin. Li devereke din a cîhanê artêşeke jinê mîna artêşa me nîne.

Her wiha li devereke din a cîhanê têkoşîna jinê ya rêxistinbûyî negihîştiye vê astê. Ev hemû bi saya têkoşîn û keda Rêber Apo û şehîdan e. Em ê jî têkoşîna xwe ya rêxistinbûyî heta dawiyê dewam bikin. Em ê tola hevalên xwe yên şehîd bûne hilînin û şerê li dijî dijmin bi ser bixînin. Ji vê derê bang li jinan dikim; bila qadên têkoşînê dagirin û xwedî li azadiya xwe derkevin."

'8'Ê ADARÊ JI BO ME SEMBOLA BERXWEDANÊ YE'

Gerîlaya YJA Starê Rosîda Dîcle Botan anî ziman ku 8'ê Adarê ji bo wan roja berxwedan û têkoşînê ye û wiha axivî: "Bi pêngava Rêbertî û destpêkirina têkoşîna jinê re em gihîştin wê astê ku karibin li dijî dijminê dagirker têbikoşin. Bi hezaran jin niha li ser xeta berxwedanê ya Sara, Delal û Azêyan têdikoşin. Em pêşengên şoreş û têkoşîna azadiyê ne. Ji bo xwedîderketina li keda heta niha hatiye dayin, divê em têkoşînê xurtir bikin. Divê em xwe hîn bêhtir ji şer re amade bikin.

Bi saya keda Rêber Apo em gihîştine vê astê. Yê ku ev rêya pîroz nîşanî me da Rêber Apo ye. Lewma bi zor û zehmet jî be divê em têkoşîna xwe mezintir bikin. Ev têkoşîn divê ne tenê li qadên gerîla bimîne, divê jin, şervanên azadiyê yên jin, jin ên ciwan heta serketina şoreşa jinê cihê xwe di nava berxwedanê de bigirin."

'JI BILÎ RÊBER APO KESÎ MAFÊ JINÊ NAS NEKIR'

Gerîlaya YJA Starê Rûken Xebat Azadî jî destnîşan kir ku meha Adarê meheke taybet e û li ser 8'ê Adarê wiha axivî: "Em şopdarên afirînerên Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê şoreşgerên enternasyonalîst Rosa Lusembûrg û Clara Zetkîn in. Weke YJA Starê dengê me li tevahiya cîhanê belav bû. Têkoşîna jinan bi rengekî xurt tê meşandin. Ji bilî Rêbertî kesî mafê jinê nas nekir. Bi îdeolojî û felsefeya Rêber Apo em ji her demê bêhtir nêzî azadiyê ne. Banga me li jinan ew e, bi taybetî jî li jin ên ciwan ew e ku tevlî nava refên têkoşîna azadiyê bibin, berê xwe bidin çiyê."