Jin li dijî zîhniyeta mêr-dewletê daketin qadan

Jin bi wesîleya 8'ê Adarê daketin qadan û zîhniyeta mêr-dewletê şermezar kirin. Di çalakiyan de jin xwedî li destketiyên xwe derdikevin.

Çalakiyên jinan ên ji bo 8'ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê dewam dikin. Jinan zîhniyeta mêr-dewletê şermezar kirin û diyar kirin ku dem dema mezinkirina berxwedanê ye.

DERSIM

Li Dersimê, jin li qada Seyîd Riza li hev civiyan û çalakî li dar xistin.

Çalakî bi dirûşma "Li dijî xizanî, newekhevî, tundî û şer, bi rêxistinî têbikoşe" ji aliyê Platforma Jinê ya Dersimê ve hate lidarxistin.

Çalakger destkê li Kolana Hunerê li hev civiyan û ber bi qadê ve meşiyan.

Di çalakiyê de wêneyên siyasetmedara Kurd a dîlgirtî Aysel Tûglûk û parlamentera HDP'ê Semra Guzel a ku parlamenteriya wê hate desteserkirin, hatin hildan.

Jinan dirûşmên "Jin, jiyan, azadî", "Bijî têkoşîna jinan", "Em bêdeng nabin, natirsin, serî natewînin" qîriyan.

Jinan li qada Seyîd Riza bi gerandina govendê 8'ê Adarê pîroz kirin.

DAD: JIN XWEDÎ DÎROKEKE XURT A BERXWEDANÊ NE

Meclîsa Jinê ya Komeleyên Elewiyan a Demokratîk (DAD) bi wesîleya 8'ê Adarê daxuyaniyek weşand. Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku jin ji Sêvê heta Zarîfe, ji Fatê Reş heta Sakîne xwedî dîrokeke xurt a berxwedanê ne û hate gotin, "Desthiladariya heyî û aqlê dewletê bi pratîka xwe ya 22 salan dijminatiyê li jinan dike. Bi vekişîna ji Peymana Stenbolê, bû sedema zêdebûna komkujiya jinan. Peymana Stenbolê ya jinan e."

BAROYA MÊRDÎNÊ: EM Ê DESTKETIYAN BIPARÊZIN

Navenda Mafên Jinan a Baroya Mêrdînê jî li pêşiya Edliyeya Mêrdînê çalakî li dar xist. Gelek parêzer tevlî çalakiyê bûn.

Parêzer Emîne Erboga bal kişand ser şerê Ûkrayna-Rûsyayê û got, "Mîna di her şerî de dibe di vî şerî de jî herî zêde jin û zarok mexdûr dibin. Ev pêvajo gefê li aştiya cîhanê dixwe."

Erboga got, "Em ê li ber her cûre hewldanên dibin sedema tunekirina destketiyên jinan rabin û destûrê nedin vê yekê."

ÎHD MERSÎN: ÊŞKENCE LI GIRTIYÊN JIN TÊ KIRIN

Komîsyona Jinê ya Şaxê Mersînê ya Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) li avahiya komeleyê civîneke çapemeniyê li dar xist. Endama komîsyonê Fatma Sariyaroglû diyar kir ku li dijî xizanÎ, şer û tundiyê di 8'ê Adarê de ji bo têkoşînê li qadan e.

Sariyaroglû ragihand ku mîna Aysel Tûglûk êşkence li girtiyên jin ên siyasî tê kirin û diyar kir ku bêcezahiştin dike ku bûyerên kuştinê bê teşwîqkirin.

Komîsyona Jinê ya Mersînê ya ÎHD'ê û Platforma Jinê ya Mersînê qert ji girtiyên siyasî yên jin re şandin.