Li Rûsyayê 8'ê Adarê hate pîrozkirin

Li Rûsyayê 8'ê Adarê hate pîrozkirin, berxwedana jinan hate slavkirin.

Jinên Kurd ên li deverên cihê yên Rûsyayê 8'ê Adarê Roja Jinên Kedkar a Cîhanê pîroz kirin.

Jinan li qadên ku lê bûn bi civîn û konseran şahînet kirin. Li Moskow û Starîvîllîçovskayê ya Krasnadorê stran hatin gotin û komên folklorê govend girtin.

MOSKOW

Li Moskowê Nûnerên Tevgera Jinê, Nûnerên Bakur-Rojhilatê Sûriyê û Meclîsa Moskowê axivîn, bal kişandin ser berxwedana jinên Kurd û hate gotin di serî de ya YJA, YPJ'ê li hemû cîhanê berxwedana jinan didome.

Piştî axaftinan sranbêjên xwecih standin û koma folklorê govend gerand.


KRASNODAR

Li gundê Strîvîlîçovskayê bi tevlêbûna bi sedan jinî, li gel stranên stanbêjên xwecih û koma govendê 82ê Adarê hate pîrozkirin.

Piştî pîrozbahiyê jinan alale gerandin.