Jinên Wanî li dijî dewleta nêr û tecrîdê rabûn ser piyan
Jinên Wanî li dijî hişmendiya dewleta nêr û tecrîdê li mîtînga 8'ê Adarê hatin cem hev.
Jinên Wanî li dijî hişmendiya dewleta nêr û tecrîdê li mîtînga 8'ê Adarê hatin cem hev.
Bi hezaran jin li Parka Mûsa Anter a Wanê bi pêşengiya Tevgera Jina Azad (TJA) û Meclîsa Jinan a Partiya Demoratîk a Gelan (HDP) li dora dirûşma ''Dem dem azadiya jinê ye'' hatin cem hev.
Jinan li ber muzîkê govend girtin û bi dirûşmeyan gotin, ''Deniz Poyra serhildana me ye'', ''Garîbe Gezer nemir '', ''Êdî bes e, dem dema jinan e.''
Polîsên Tirk nehiştin lolîlopên bi nivîsa ''Garîbe Gezer'' û ''Ekîn Wan'' bixin nav mîtîngê.
Li ser navê Komîteya Amadekar Ayşe Mînaz li mîtîngê axivî. Mînaz bal kişande ser têkoşîna jinên Kurd, diyar kir têkoşîna jinên Kurd ji jinên cihanê re bûye mînak û got, ''Jinên Kurd li her qada têkoşînê şoreş kirin. Civak veguherandin, xwe veguherandin û ji bo nifşê paşerojê mîrateyeke qeyîm hiştin. Bûne serkaniya motîvasyonê ku ji têkoşîna jinên cîhanê re bibe mînak. Dema ku dîroka jinê ji nû ve hate nivîsandin, zor û zehmetiya vê cografyayê, têkoşîna jinên Kurd wê bi tîpên mezin were nivîsandin.''
Hevseroka Bajêr a HDP'ê Handan Karakoyun jî diyar kir jinên Kurd êdî azadiya xwe ava dikin û got, têkoşîna jinên Kurd dijî kujer û tecawizkarên bi unîforma ye û got, ''Zanibin, em ê vê cîhanê bi ser serê we de hilweşînin û hesabê her sûcî bipirsin. Destê xwe yê gemarî li ser jin û zarokan bikişînin, hûn ê rahêjin unîformayên xwe û bicehimin.''
Hevseroka Bajêr a DBP'ê Gulderan Varli î got,''Jin di navbeyna herê û naYê de reng e. Ji jiyan, hezkirin, jiyana bi bi aştî ya mirovî, azadiyê re herê, bi vîneke polatî ji zilmê, nefretê, tacîz û tecawizê re na.''
Mîting bi stranên Şîlan Dora didome.
Li mîtîngê wê Hevseroka HDP'ê Pervîn Buldan biaxive û piştre jî Rojda û Rewşan Çelîker bistrin.