YJŞ: Jin wê bi berxwedanê azad bibe

Fermandariya YJŞ'ê 8'ê Adarê bi daxuyaniyekê pîroz kir û bal kişand ser girîngiya rêxistinî û xweparastina jinê. Fermandariyê destnîşan kir, ku jin wê bi berxwedanê azad bibe.

Fermandariya Yekîneyên Jinên Şengalê (YJŞ) bi wesîleya 8'ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê peyamek da.

Fermandariyê 8'ê Adarê di destpêkê de li Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, li hemû jinan pîroz kir û şehîdên leheng bi rêzdarî bi bîr anî.

Di daxuyaniyê de hate bibîrxistin ku di bingeha 8'ê Adarê de berxwedan heye, bi bexwedan û berdêlên giran ên jinan hatiye afirandin û hate gotin, "Ji bo me 8'ê Adarê nîşaneya keda jinê ye. Li hemberî neheqî û qirkirinê bi wateya israra têkoşîna azadiyê ye."

Fermandariya YJŞ'ê destnîşan kir ku 8'ê Adarê hinaseyeke azad e, li dijî desthilatdariya zilma, serhildana jinê ye, çanda berxwedanê ye.

Fermandariyê ragihand ku bi saya Tevgera Azadiyê ew bi qedir û qîmetê vê rojê hesiyane û wiha dewam kir, "Ji bo jinên rêxistinkirî, xwedî vîn û xweparastinê, her rojên salê rojên jinê ye."

Fermandariya YJŞ'ê diyar kir ku bi vê têgihiştinê, li Şengalê li ser mîrateya 8'ê Adarê têkoşîn tê meşandin û işaret bi kesayetên berxwedêr ên Berîvan, Binevş, Arîn, Nazê û Şîlan kir.

Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku ew bi xwefedakirinê, bi tevlîbûna dilxwazî ıya li nava cenga azadiyê, vê rojê pêşwazî dikin û hate gotin, "Bi vî awayî her roj bi rengê jinê xemilî ye, her kêlî bi pêşengiya jinê dimeşe. Xwezaya jinê ji her demê bêhtir ronî bûye. Ya herî girîng jî, dirûşma 'Jin, jiyan, azadî' bûye dirûşma sedsala 21'ê."

Di dawiya daxuyaniyê de 8'ê Adarê li milîtanên jin ên di çeperên şer de li ber xwe didin û li dayikên serhildêr hate pîrozkirin û hate gotin, "Em weke hêzên YJŞ'ê vê rojê li Rêber Apo, hemû hevalên di çeperên şer de ne, li hemû jinên bexwedêr bi dil û can pîroz dikin. Em careke din dibêjin, jin wê bi berxwedanê azad bibe."