8'ê Adarê li Qendîl û Kelarê hate pîrozkirin
Li herêmên Qendîl û Kelarê yên Başûrê Kurdistanê, bi pêşengiya Rêxistina Jinên Azad a Kurdistanê (RJAK) 8'ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê bi çalakiyan hate pîrozkirin.
Li herêmên Qendîl û Kelarê yên Başûrê Kurdistanê, bi pêşengiya Rêxistina Jinên Azad a Kurdistanê (RJAK) 8'ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê bi çalakiyan hate pîrozkirin.
Li navçeya Kelarê ya ser bi Îdareya Germiyanê û li quntarên Qendîlê li gundên Aliye Reş, Beştê, Maredu û Zêveyê 8'ê Adarê hate pîrozkirin.
Di pîrozbahiyan de jin li ber tundiyê rabûn û daxwaza wekheviyê kirin.
Pîrozbahiya li Kelarê jî bi dirûşma "Em ê nirxên civakî ji bo civakê jinûve bi dest bixin" pêk hat.
Pîrozbahî li Mala Çandê hate lidarxistin, govend hate gerandin û li ser çand, jin û hunerê nirxandin hatin kirin.