Arjîn Niştîman: 8'ê Adarê û hemû roj, rojên jinê ne
Gerîlaya HPJ’yî Arjîn Niştîman li gel pîrozkirina 8’ê Adarê bal kişande ser têkoşîna azadiya jinê û bang li jinan kir û: Werin em bi hevre têkoşîna xwe bilind bikin.
Gerîlaya HPJ’yî Arjîn Niştîman li gel pîrozkirina 8’ê Adarê bal kişande ser têkoşîna azadiya jinê û bang li jinan kir û: Werin em bi hevre têkoşîna xwe bilind bikin.
Gerîlaya Hêzên Parastina Jin a Rojhilatê Kurdistanê (HPJ) Arjîn Niştîman ji ANF’ê re li ser 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê axivî û ev roj, li Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û tevahî jinên têkoşer, berxwedêr û li tevahî jinên cîhanê pîroz kir.
'CANE XWE DI BER MAFÊ XWE DE FEDA KIRIN'
Arjîn Niştîman HPJ’yî wiha dest bi nirxandinên xwe kir: "8’ê Adarê, têkoşîna tevahî jinên cîhanê ye. Di têkoşîna jinên Kurd de jî bi sembol û pêşengtiya Şehîd Sara (Sakîne Cansiz), Şehîd Ronahî, Şehîd Zîlan Pepûle û di roja me ya îro de berxwedana ku di zindanan de tê meşandin, di şexsê Zeyneb Celaliyan û bi sedan jinên têkoşer ku hatine zindanîkirin de dewam dike. Ev berxwedan her ku diçe, hê xurtir û berfirehtir tê meşandin. Îro li her çar beşên Kurdistanê û her wiha li tevahî cîhanê berxwedanek bêhempa tê meşandin. Em roja 8’ê Adarê li wan tevan pîroz dikin. Di heman demê de em jinên ku bûn mîmarên 8’ê Adarê û ji ber lêgerîna maf û hebûna xwe cane xwe dan, bi bîr tînin û têkoşîna ku îro tê meşandin diyarî giyanê wan dikin."
'PÊWÎSTE XWE AZAD BIKIN'
Gerîla Niştîman qala bandora fikir û felsefeya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan kir û got: "Ev bi sedan sal in ku jin berxwedana xwe didomînin. Di sedsala 21'ê de jî bi fikir û felsefeya Rêber Apo, dewam dike û hê zêdetir xwe ber bi pêş ve dibe. Jin bi fikir û felsefeya Rêber Apo, xwe nas kirin û hebûna xwe bi dest xistin. Vê yekê jî hişt ku têkoşîna jinan û bi taybetî jinên Kurd hê zêdetir berbelav bibe. Rêber Apo careke din îradeya jinê, bi wê da nasandin. Fikir û felsefeya Rêber Apo tenê li Kurdistanê nema, li Rojhilata Navîn û li tevahî cîhanê gihîşte her jinekê û di dilê wê de cihê xwe bi bingeh da avakirin. Ji bo ku em li vê keda Rêber Apo û li hebûna xwe xwedî derkevin, pêwîste ku em têkoşîna xwe bighînin lûtkeyê û xwe azad bikin. Ji ber ku bi azadiya jinê re, azadiya tevahî civak û mirovahiyê tê bidest xistin. Ji bo vê yekê jî, ji şîr heta pîr pêwîste ku di têkoşîna azadiyê de rola xwe bizanin û xwe berpirsyar bibînin."
'AZADIYA RÊBER APO AZADIYA MIROVAHIYÊ YE'
Gerîlaya Hêzên Parastina Jin a Rojhilatê Kurdistanê Arjîn Niştîman, di berdewama nirxandinên xwe de azadî bi gotina ‘Azadiya Rêber Apo, Azadiya tevahî mirovahiyê ye’ pênase kir û wiha dirêjî da axaftinên xwe: "Pêwîste ku jin di her qadeke jiyanê de bi kelecaneke mezin cihê xwe bigrin û têbikoşin. Ji bo ku em bikaribin sedsala 21’an, sala 2022’an bikin sala azadiya fîzîkî ya Rêber Apo, jin û civakê, pêwîste ku em bê navber tebikoşîn. Ji ber ku azadiya Rêber Apo azadiya tevahî jin, civak û gelên bindest e. Divê her jinek bi hemû hêza xwe, çi li mal, kûçe, kolan, cihê kar û li tevahî qadan tekoşîna xwe mezin bikin. Pêwîste ku em jin bi yek reng û dengî xwe bi rêxistin bikin, azadî û hebûna xwe ku hebûna mirovahiyê ye bi dest bixin."
'WERIN EM BI HEV RE TÊKOŞÎNA XWE BILIND BIKIN'
Gerîlaya HPJ’ê Arjîn Niştîman di dawiya axaftina xwe de bang li tevahî jinan û bi taybetî jinên Rojhilatê Kurdistan û Îranê kir û got: “Pêwîste ku tevahî jinên Kurd, Fars, Ereb, Belûç, Efgan, Azerî û tevahî jinên ku di Rojhilatê Kurdistan û Îranê de dijîn bi wesîleya 8’ê Adarê careke din dakevin qadan û bi ruhê xwe yê şerker ku di dîrokê de tê naskirin, serî rakin. Ji bo ku em bi hev re bikaribin faşîzim, zayendperestî, dewlet û zihniyeta pênc hezar sal a zilamsalariyê birûxînin, pêwîste em bi hev re têkoşîna xwe bilind bikin û her qadeke jiyanê bikin meydana şerê li hemberî zayendperestî û deshilatdariyê.”