'Pergala desthilatdaran tenê bi vîn û hêza jinan dikare bê şikandin'

Sazî û rêxistinên civaka Êzidî yên li Ewropayê 8'ê Adarê pîroz kirin û diyar kirin ku pergala dedsthilatdaran wê bi vîn û hêza jinê bê şikandin.

Sazî û rêxistinên civaka Êzidî yên li Ewropayê bi daxuyaniyeke hevpar 8'ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê pîroz kirin.

Daxuyanî wiha ye:

"Em wek sazî û pêkhateyên civaka Êzîdî 8’ê Adarê, roja jinan a navneteweyî li hemû jinên cîhanê pîroz dikin.

Têkoşîna jinan a hezar salan bûye bingeh ji bo misogerkirina jiyaneke azad û civakeke azad. Berdêlên giranbuha ku jinê di nav dîrokê de dane, bûne mîrasek bingehîn ji bo hemû tevger û şoreşgerên jin. Bi saya felsefe û îdeolojiya Rêber Apo, di roja me ya îro de, jin bûye hêza guhertin û veguhertinê. Bi vî hişmendiyê em weke sazî û pêkhateyên civaka Êzîdî carek din roja 8'ê Adarê, roja Jinên Kedkar ên Cîhanê di serî de li Rêber Apo, hemû Jinên Şoreşger û Jinên li sernaserê cîhanê pîroz dikin.

Di civaka Êzîdî de Jina Êzîdî di encama têkoşîna salan de bûye xwedî îrade û hêz. Jina Êzîdî zincîrên koletiyê di astekî herî jor de şikandiye û ji bo gelê xwe bûye pêşeng. Di şerê li dijî çeteyên hov wek DAÎŞ ev cewhera bi hezarê salan veşartî mabû derket pêş çava. Ne tenê di fermana borî de, dema em li dîrokê dinêrin, jina Êzîdî bi hebûn û îradeya xwe ruxmî ku tim bûye qurbanî jî, lê civaka xwe, çanda xwe hertim parastiye.

Îroj bi vîn û hêza jinê, berxwedanek mezin li ser axa Şengalê tê meşandin. Di her qadên jiyanê de xwe birêxistin dikin û rê nadin ku dubarê ev ax, ev bawerî û civak tune bên hesibandin. Em hebûn bi hezarê salan, em îroj jî hene û em ê bijîn azad ser axa xwe - warê qedîm Şengala xwe.

Em wek civaka Êzîdî, Jinên Êzîdî di pêvajoyekî dîrokî de derbas dibin. Ev demeke ku metirsiyên li ser Şengalê di şexsê dewleta faşîst a Tirk de zêdetir dibin. Ne tenê li Şengalê. Li seranserê Kurdistanê û bi taybet heremên rizgarkirî wek Rojava û Şengal, di heman demê de li ser pergala demokratîk û azadiya jin, gef û tehdîtên dewleta Tirk rojane zêdetir dibin. Lê çawa ku bi îradeya jina azad û berxwedana bê hempa li dijî DAÎŞ'ê bi serketin ew ê li beramberî gefên dewleta Tirk jî stuyê xwe netewînin û bi ruhê 8'ê Adarê, bi ruhê hemû têkoşer û şoreşgerên jin ku di nav dîrokê de ji bo azadiyê û wekheviyê canê xwe feda kirin, li ber xwe bidin û têkoşîna azadiyê bilindtir bikin û bi vî awayî, serketinê misoger bikin.

Li ser vê esasê em wek sazî û pêkhateyên civaka Êzîdî erka xwe dibînin ku her roj bi ruhê 8’ê Adarê û bi taybet bi ruhê serketina Şengalê tevbigerin. Şikandina pergala desthiladaran tenê bi vîn û hêza jinan pêkan e. Ji bo vê jî em dibêjin ‘Jin jiyane û jiyan jî azadî ye."

SAZIYÊN ÊZIDÎ YÊN DAXUYANIYA HEVPAR WEŞANDIN

Sazî û pêkhateyên civaka Êzidî yên daxuyaniya hevpar weşandin wiha ne:

Sîwana Meclisên Jinên Êzîdî (SMJÊ)
Partiya Azadî û Demokrasiyê ya Êzidiyan (PADÊ)
Navenda Yekîtiya Komeleyên Êzidiyan (NAV-YÊK)
Meclîsa Şengalê ya li Derveyî Welat (MŞD)
Hevbendiya Êzidiyên Sûriyeyê (HÊS)
Hevgirtina Ciwanên Êzidî (HCÊ)
Navenda Çanda Êzidxanê (NÇÊ)
Sîwana Meclîsên Gundên Êzidiyan (SMGÊ)