Endama Koordînasyona KJK'ê Zêrîn Rûken bi wesîleya 8'ê Adarê şehîdên jin bi rêzdarî bi bîr anî û diyar kir ku bi afirandina jiyana azad wê xwedî li bîranîna şehîdan derkevin.
Zêrîn Rûken 8'ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê li jinan hemûyan pîroz kir û anî ziman ku ew 8'ê Adarê bi hêvî û berxwedaneke xurtir pêşwazî dikin.
Di dewama axaftina xwe de Zêrîn Rûken got, "Îro li her devera cîhanê daxwaza azadiya Rêber Apo tê kirin. Ev qîrîn bi 8'ê Adarê re bûye yek ku rojeva bingehîn a jinan e."
Zêrîn Rûken 8'ê Adarê li Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pîroz kir û got, "Em ê şert û mercên dîlgirtinê û tecrîdê teqez bi dawî bikin.
QEDERA ŞER WÊ JI ALIYÊ KURDAN Û JINAN VE BÊ DIYARKIRIN
Endama Koordînasyona KJK'ê Zêrîn Rûken got, ew ketine pêvajoyeke welê ku paradîgmaya azadîparêziya jinê baştir tê fêhmkirin û destnîşan kir, ku jin wê li dijî şer, xizanî û hilweşandina ekolojîk-xwezayê, jiyanê biparêzin û azadiyê ava bikin.
Rûken destnîşan kir ku wê dagirkeriyê, şerê ku zîhniyeta serdest li jinan û civakê ferz dike, rawestînin û got, "Hêza rêxistinbûyî ya jinan êdî nikare bê qelskirin. Krîza avanî ya sîstema kapîtalîst wê zêde bibe. Hêza bingehÎn a ku vê bike jî jin e."
Rûken anî ziman ku krîz û aloziya ku sîstema modernîteya kapîtalîst di nav de ye weke şerekî giran li Rojhilata Navîn dewam dike û ev şerê ku bi rengê Şerê Sêyemîn ê Cîhanê dewam dike veguheriye şerê jinûve parvekirinê ya li ser Kurdistanê.
Zêrîn Rûken got, "Yekane hêza herî mezin a ku li dijî vî şerî li ber xwe dide jin û gelê Kurd e. Ev pêngava azadiyê ya jinan, sekna wan bûye çavkaniyeke mezin a sûdwergirtinê ji bo her kesî. Yên ku qedera vî şerî diyar bikin Kurd û jin in. Her wiha çareseriya demokratîk a li ser bingeha welatê hevpar-neteweya demokratîk a pirsgirêka Kurd ku bi sedan salan bêçareserî hatiye hiştin, wê çarenûsa demokratîk a Rojhilata Navîn jî diyar bike. Di vir de jî hêza diyarker, jin e. Lewma sedsala 21'ê wê bibe sedsala azadiya jinê û gelan. Bi taybetî bûyerên ku li Rojhilata Navîn diqewimin, hişyariya jinan zorê dide sîstema serweriya mêr ji bo guhertinê. Teqez li Rojhilata Navîn bêyî jinan guhertin nabe. Azadî bi azadiya jinê dibe."
'LEŞKER-POLÎS LI KURDISTANÊ MÊVAN NÎNIN, EW DAGIRKER, QIRKER IN'
Endama Koordînasyona KJK'ê Zêrîn Rûken diyar kir ku ji bo pûçkirina polîtîkayên şerê taybet ên dewleta Tirk, di serî de jinên Kurd divê her kes bi hişyarî û têgihiştî tevbigerin û axaftina xwe wiha dewam kir, "Li Kurdistanê polîsê baş yan jî leşkerê baş nîne, nabe. Hemû wezîfedarên dewletên dagirker ên li ser xaka me, ji bo têkbirina berxwedana me, civakîbûna me, nirxên me, destketiyên me, nasnaneya me, bi kurtasî ji bo têkbirina hebûna me bi taybetî û bi pisporî hatine wezîfedarkirin. Divê em vê rastiyê ji bo kêliyekê jî ji aqlê xwe dernexînin. Lewma divê têkilî bi van kesan re neyê danîn, silav jî ji wan re neyê dayin. Civaka me di vê mijarê de divê gelekî polîtîk û rêxistinî tevbigere.
Divê nasnameya wan a sazîbûyî neyê jibîrkirin, ev kes li xaka Kurdistanê mêvan nînin, ew dagirker in, qirker in, tecawizkar in. Dijminê jinê ne. Kujer in ku ji bo qirkirina jinê bi taybetî hatine wezîfedarkirin."
Zêrîn Rûken destnîşan kir ku bi xurtkirina xweparastinê li her qada jiyanê ew dikarin van polîtîkayên şerê taybet têk bibin û got, "Li dijî tundiya dewletê û mêr, jin xwedî hêza têkoşîna xweparastinê ye. Tiştek tune ye ku hêza rêxistinî ya jinan nikaribe têk bibe. Ji ber ku jin jiyan e, jiyan nayê qetilkirin."
'RÊBER APO JI BO ME HINCETA HEBÛNÊ YE'
Zêrîn Rûken got, "Rastiya Rêber Apo ji bo gelê Kurd hebûn e, azadî ye" û wiha dewam kir, "Ruh û sekna azadiyê wê hîn bi xurtî li qadên 8'ê Adarê bê nîşandan. Gel û jinên Rojhilata Navîn û Cîhanê azadiya xwe bi azadiya Rêber Apo re dibînin. Baweriya bi vê yekê gelekî xurt e. Zane ku li ser dîroka mirovahiyê, li ser meşa azadiyê xwedî bandoreke mezin e. Lewma Rêber Apo rêberê mirovahiyê ye. Komplo jî sîstema qirkirina jinê, qirkirina Kurdan temsîl dike. Êrişeke plankirî û rêxistinkirî ye ku di asta navneteweyî de ji bo tunekirina Kurdan hate kirin. Ji ber vê yekê di serî de jinan, gelên cîhanê Kurd bi tenê nehiştin. Rêber Apo ji bo me hinceta hebûnê ye, îradeya bi milyonan mirovî ye. Di 8'ê Adarê de li dijî rastiya Erdogan ku xwedî mejiyê DAÎŞ'ê ya ku qirkirin û dagirgkeriyê li parçeyên Kurdistanê rewa dibîne, wê nûnerên rastî yên azadiyê jin bersiva herî xurt bidin.
Jin xwedî wê hêzê ne ku cîhaneke azad, demokratîk, ekolojîk û azadîparêziya jinê biafirînin. Ev sîstema baviksalar wê hilweşe. Jinên Kurd ên ku dawî li DAÎŞ'ê anîn, wê faşîzma AKP-MHP'ê jî têk bibin. Bi vî rengî wê bibe bihara jinan û gelan. Kêm maye ku bi berxwedana azadiyê ya jinan û gelan, tecrîd bi dawî bibe û faşîzm hilweşe. Êdî Rêber Apo wê ji aliyê fîzîkî ve azad bibe. Li her derê piştevaniya jinê, yekîtiya jinê, bi têkoşîna global û neteweyî ya jinê wê cîhaneke azad bê afirandin."
'PÊLA AZADIYÊ YA JINÊ WÊ BER BI NEWROZÊ VE BIHERIKE'
Zêrîn Rûken di dawiya axaftina xwe de got, "Weke jin, em hêviya xwe bi hişmendî, îrade û keda xwe ava dikin. Em di demeke welê de ne ku hêvî mezin dibe. Çi dibe bila bibe sekna azadiyê ya jinan wê bi ser bikeve."
Zêrîn Rûken herî dawî ev bang kir, "Em 8'ê Adarê bi neteweya jin bi şêweyên cuda pîroz bikin. Bi jinên Kurd, Ereb, Tirk, Fars, Ermen, Suryanî, Laz, Çerkes, Azerî, Elewî, Yarsan, Êzidî, Misilman, Xiristiyan, Yahûdî weke jin bi hevparî pîroz bikin. Pêla azadiyê ya jinê ku 8'ê Adarê de gihîşt asta herî bilind wê ber bi Newrozê ve biherike."