Li Mexmûrê jinan meşa 8’ê Adarê lidarxistin

Li Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) jinan bi wesîleya 8’ê Adarê meşeke girseyî lidar xistin. Di daxuyaniya hatî dayin de peyama bilindkirina têkoşîna azadiya jinan û azadiya fîzîkî ya Ocalan hat dayin.

Jinên wargeha Mexmûrê ji bo meşa girseyî bi cil û bergên xwe yên rengîn beriya saet 14:00’an herikîn ber Saziya Malbatên Şehîdan. Dema jin li hev kom bûn beriya dest bi meşê bikin merasîmeke taybet li dar xistin.

Li wir ji bo vekirina tabloyeke mezin ya ku li ser deriyê Saziya Malbatên Şehîdan hatibû bicih kirin girse li hev civiya. Di tabloyê de wêneyê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û 2 pêşengên şehîd ên Tevgera Azadiyê Hakkî Karer û Sara (Sakîne Cansiz) hebû. Vekirina vê merasîmê ji aliyê dayika Şehîd Xebat Marînos (Xebat Orhan), Zelîxa Orhan ku di şerê li dijî çeteyên DAÎŞ’ê yên êrişî girtîgeha Sînaa ya Hesekê kirbûn de şehîd bibû pêkhat. Piştî vekirinê girseya jinan bi berzkirina dirûşmeyên di çarçoveya 8’ê Adarê de û tilîliyan dest bi meşê kirin.

Jinên berxwedêr ên Mexmûrê bi minasebeta 8’ê Adarê ji ANF’ê re hest û nêrînên xwe anîn ziman. Jinan 8’ê Adarê di serî li Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, hemû jinên têkoşer, gerîlayên azadiyê, girtiyên li zindanan û hemû jinên Kurd û cîhanê pîroz kirin û peyama bilindkirina têkoşînê dan.

Meş bi coşeke mezin heya bi Parka 4’ê Nîsanê dom kir. Li saheya parkê daxuyaniyek hat dayin. Daxuyanî piştî deqeyek rêzgirtina di serî de jinên têkoşer ên şehîd, ji bo giyanê hemû şehîdên rêya azadiyê ji aliyê endama Koordînasyona Meclisa Îştarê Xantûr Kara ve hat dayin.

Daxuyanî bi diruşmên ‘Jin jiyan Azadî’, ‘Bê Serok jiyan nabe’ û ‘Şehîd Namire’ bi dawî bû.

Piştî daxuyaniyê jinên amade li ber mûzîkê govend gerandin.