Li paytexta Elmanya Berlînê, Meclîsa Jinan a Dest-Dan, Jinên Ciwan ên Zora û Yekîtiya Jinên Sosyalîst bi dirûşmeya "Xeyala me ya azadiyê soza me ya şoreşê ye" ji Oranîenplatzê heta bi Hermanplatzê meşiyan.
Aktîvîsta Meclîsa Jinan a Dest-Dan Susanne Rosslîng diyar kir ku ew di şexsê Aysel Tûglûk de ji bo girtiyên nexweş ên siyasî hatine ba hev û destnîşan kir ku ew ê di salvegera şehadeta şoreşger Ivana Hoffman de ji bo jinên di şerê li dijî çeteyên DAÎŞ'ê yên hov û dewleta Tirk a dagirker de li Rojava û Şengalê şehîd bûne bimeşin.
Jinan ji bo balê bikşînin ser rewşa girtiyên nexweş ên jin pankartên li ser hatibûn nivîsandin, "Freîheît ûnd Gerechtîgkeît fur alle polîtîsche Gefangenen (Ji hemû girtiyên siyasî re edalet û azadî)", "Freîheît fur polîtîsche gefangenen an der Turkeî (Ji girtiyên siyasî yên li Tirkiyeyê re azadî” û “Jin li dijî faşîzm, şer û pereyan têkoşîna enternasyonalîstî birêve dibin”, vekirin.
Di meşê de jinan dirûşmeyên "Jin Jiyan Azadî" berz kirin.