YPS-JIN ji bo têkoşînê bang li jinên Kurdistanê kir

Koordînasyona YPS-JIN got, "Em bang li jinên Kurdistanê yên welatparêz dikin ku li cihê lê ne tevlî nava hêza rêxistinî ya YPS-JIN'ê bibin."

Koordînasyona YPS-JIN'ê bi wesîleya salvegera damezrandina xwe û 8'ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê daxuyaniyek weşand.

Di daxuyaniyê de hate gotin, "Tevgera Azadiya Jinê ya Kurdistanê ku bi berxwedana bi hêza xwe û hêza jinê pêşengiyê ji şoreşê re dike û bi hewldan, fedakarî û îradeya Rêber Apo hate afirandin, bi fedakariyeke mezin, berxwedan û dirûşma azadiyê bûye hêvî ji azadiya civakê re û cîhanî bûye."

Di daxuyaniyê de salvegera 6'an a damezrandina YPS-JIN û 8'ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê li Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, Tevgera Azadiya Jinê ya Kurdistanê, gerîlayên YJA Starê, berxwedêrên li zindanan, dayikên Kurd û jinê nli her qadê bi hêza xwe li dijî koletiya mêr û faşîzmê li ber xwe didin, li gelê Kurd pîroz kir.

Daxuyaniyê wiha dewa kir, "Hişmendiya jinê ya ku bi felsefe û îdeolojiya Rêber Apo ava bû, pêşengiya jinên Kurd ji bo lêgerîna azadiyê ya jinan hemûyan bû hêviyeke mezin. Hem nîşan da ku jineke rêxistinbûyî çawa dikare artêşekê têk bibe, hem jî serketina di şer de ya bi kûrbûna îdeolojîk, fikrê felsefî û fedakariyê ispat kir.

Di serî de jinên ciwan ên Kurd ên welatparêz, em jin azadiya fîzîkî ya Rêberê xwe misoger bikin, bi pêşengiya jinê tevî gelê xwe bi rêxistiniya xweparastinê bersivê bidin pêvajoyê, wezîfeyên xwe yên şoreşê bi cih bînin, li bajarên Kurdistanê hemûyan û metropolên Tirkiyeyê li dijî rêxistiniya sîxuran a faşîst a AKP-MHP'ê, li dijî bazirganên narkotîkê, fûhûş û destavêtinê, xwe bi rêxistin bikin û têkoşînê mezin bikin. Di sala 7'an a têkoşînê ya YPS-JIN de em bang li jinên Kurdistanê yên welatparêz hemûyan dikin ku li her qadê tevlî hêza rêxistinî ya YPS-JIN bibin, di azadiya fîzîkî ya Rêbertî û têkoşîna azadiyê de bi roleke çalak rabin."