Li Bakur û Rojhilatê Sûriyê, çalakiyên bi boneya 8'ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê bi dirûşmeya "Bi hev re şoreşa xwe biparêzin û xaka xwe rizgar bikin" berdewam dikin.
TEBQA
Komîteya amadekar a çalakiyên 8’ê Adarê, bi beşdarbûna jin û nûnerên jin ên saziyên sivîl û leşkerî şahiyek li erdê bajarê werzîşê yê rojava Tebqayê li dar xist.
Piştî deqeyeke rêzgirtinê, berdevka Nivîsgeha Kombûna Jinan a Zenûbya ya Tebqayê Neîme El-Eswed axivî û wiha got: "8’ê Adarê sembola têkoşîna jinan e û berxwedana li hember zilm, tundî û koletiyê ye û her roj cejna jinê ye."
Neîme El-Eswed ev bone li jinên cîhanê, Bakur û Rojhilatê Sûriyê pîroz kir.
Hevseroka Meclisa Rêveber a Tebqa Hind El-Elî da zanîn ku şoreşa 8’ê Adarê ji Ewropa dest pê kir, lê belê berhemên wê yên rastîn li Bakur û Rojhilatê Sûriyê xuya kir û gelek fedekariyên şehîdan hene ku rê li pêş jinê vekirin mafên xwe bistînin.
Piştî axaftin bi dawî bûn, koma Beraim El-Furat stran û şano pêşkêş kirin, her wiha koma Zenûbya ya navenda çand û hunerê ya Tebqa, koma hunerên gel a govendan a Reqayê, koma govendê ya tirkmenî ya Minbicê hunerên xwe pêşkêş kirin.
Piştî koman hunerên xwe pêşkêş kirin, Rêveberiya Sivîl a Tebqayê, rêxistina civaka sivîl, Meclisa Partiya Sûriya Pêşerojê ya Tebqa peyamên pîrozbahiyê ji rêxistinên jinan ên li bajêr şandin.
Li dawiyê, navenda çand û hunerê şanoyek li ser azarên jinan li hember dojeha koletiyê, çawa xwe ji kelepçeyên civakê rizgar kir pêşkêş kir.
HELEB
Li Helebê pîrozbahiya 8’ê Adarê li hola Şemis a li taxa Şiqeyêf a Helebê hate lidarxistin, tê de nûnerên ji saziyên sivîl, partiyên siyasî, Hêzên Ewlekariya Hundirîn, YPJ û YPG’ê beşdar bûn.
Şahî bi deqeyeke rêzgirtinê dest pê kir, dûvre li ser navê Kongra Star Rewşan Mihemed axivî û ev roj li Rêberê Gelê Kurd Abdullah Oclaan û jinên ku ji bo azadiya xwe têkoşiyan pîroz kir.
Rewşan Mihemed da zanîn ku pêwîstî bi şopandina rêça şehîdan heye û wiha got: "Em ê heta bidestxistina serkeftin û rizgariyê li ser rêça şehîdan bimeşin."
Piştre koma Şehîd Zîlan hunerên xwe pêşkêş kirin, tê de li ser rola jinan di lêgerîna rastiyê de, girîngiya rêxistina jinan û rizgarkirina ji kelepçekirina azadiya wê hat axaftin.
Koma Şehîd Zîlan govendeke folklorîk pêşkêş kir, li kêlek wê jî koma Şehîd Berfîn gelek stranên şoreşgerî pêşkêş kirin, dûvre şanoyek bi sernavê"Kapîtalîzmê" hate pêşandan.
Di dawiya şahiyê de koma Vejîn a Hîlala Zêrîn stranên şoreşgerî û folklorîk pêşkêş kirin. Li ber stranan govend hate gerandin.
ŞEHBA
Meclisa Malbatên Şehîdan a herêma Efrînê bi boneya Roja Jinan a Cîhanê şevbuhêrkeke tayet bi jinan li hola Şehîd Axîn Welat a li navçeya Fafînê ya kantona Şehbayê lidar xist.
Li holê wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û ala Meclisa Malbatên Şehîdan hatin daleqandin û amûrên kelepora Efrîn û Şehbayê hatin pêşandan.
Di şevbuhêrkê de endamên Meclisa Malbatên Şehîdan şanoyek derbarê berdêlên ku gelê Efrînê ji bo welatê xwe dan, pêşkêş kir.
Paşê koma Şehîd Nûjiyan Sardos stranên şoreşgerî pêşkêş kir. Her wiha jinên Meclisa Malbatên Şehîdan stran û helbestên efrînê vegot.
Di dawiyê de koma Şehîd Îbrahîm û Şehîd Ciwan Kefer Naya ya Şehbayê staran diyarî şêniyên Efrînê kir û govend hatin gerandin.
SIRÎN
Li navçeya Sirîn a bajarê Kobanê jî şahiyek ji aliyê Kongra Star ve li navenda Çand û Huner a navçeyê hate lidarxistin.
Di şahiyê de Koordînasyona Qada Civakî ya navçeya Sirînê Esma Mihemed El-Kino wiha axivî: "Jin dikare hebûna xwe ferz bike. Ew tenê rêbaza guhertinê di destê wê de ye. Ji ber ew parazvana yekemîn ku parastina malbat û aramiyê wê dike û her roj ji bow ê cejin û serkeftine."
Paşê koma Şehîd Berçem û koma Şehîd Sariya şano pêşkêş kir. Her wiha stran ji aliyê koma Şehîd Xabûr û Şehîd Barîn a navenda Baqî Xido ya Çand û Huner a bajarê Kobanê hatin pêşkêşkirin.