Jinên Amedî ji bo azadiyê diherikin qada mîtîngê

Li Amedê jin ji bo mîtînga 8'ê Adarê diherikin Qada Stasyonê.

Tevgera Jinê ya Azad (TJA) û Meclîsa Jinê ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) di çarçoveya 8'ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê de li qada Stasyonê ya Amedê mîtîngekê li dar dixin.

Mîtîng bi pêşengiya Platforma Jinê ya Dîcle Amedê (DAKAP) pêk tê. Ji bo mîtînga bi dirûşma "Dem dema azadiya jinê ye" jin ji deverên cuda yên bajêr li hev civiyan.

Polîsên tîmên taybet ên dewleta Tirk li ser avahiyên bilind ên li derdora qada mîtîngê bi cih bûn. Li hemû qadên li aliyê mîtîngê bi sedan polîs û wesayitên zirxî hatin bicihkirin. Jinên ku ji bo xwe bigihînin qada mîtîngê hatin ber nuqteyên kontrolê, demeke dirêj hatin rawestandin. Jin ji 3 nuqteyan derbasî qada mîtîngê dibin.

Li qada mîtîngê jî pankartên bi nivîsên "Girtiyên nexweş rûmeta me ne", "Ez Kurd im, perwerdeya bi Kurdî diwazim" hatin daliqandin.

Qada mîtîngê her wiha bi flamayen rengareng hate xemilandin. Li ser dika mîtîngê jî pankarta bi nivîsa "Dem dema azadiya jinê ye" hate daliqandin.

Jin bi kincên xwe yên gelêrî û rengên kesk, sor û zer ketin qada mîtîngê. Li qadê bi gerandina govendê 8'ê Adarê pîroz dikin.

Malbatên girtiyan ên ku 113 roj in di Nobeda Edaletê de ne û endamên Meclîsa Dayikên Aştiyê bi kortejê ketin qada mîtîngê. Li qada mîtîngê stranên li ser berxwedana li zindanan hatin gotin.