Jinên Kurdistanî li dijî zilam-dewletê li qadan in
Li Bakurê Kurdistanê jinan li dijî şîdeta zilam-dewletê banga daketina qadan û tevlêbûna mîtîngên 8’ê Adarê li jinan kir.
Li Bakurê Kurdistanê jinan li dijî şîdeta zilam-dewletê banga daketina qadan û tevlêbûna mîtîngên 8’ê Adarê li jinan kir.
Li Bakurê Kurdistanê, bi pêşengiya Tevgera Jinên Azad (TAJ) û Meclisa Jinan a HDP'ê jin li gelek navendan daketin kolanan û tundiya zilam û dewletê ya li ser xwe şermezar kirin. Jinan di çalakiyên xwe de bal kişandin ser tecrîda li girtîgehan û rewşa girtiyê nexweş û destnîşan kirin ku dirûşmeya wan a îsal "Dem dema azadiya jinan e" û ji bo ku bi yek dengî biqîrîn banga beşdariya mîtingên 8'ê Adarê kirin. Her wiha gelek sazî û rêxistinên jinan jî daxuyanî dan û qala têkoşîna jinan û polîtîkayên dewletê yên li dijî jinan kirin.
WAN
Li Wanê TJA, Meclîsa Jinan a HDP'ê, Komeleya Alîkarî û Piştevaniya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran re (TUHAY-DER) ji bo jinên girtî kartên piştevaniyê amade kirin. Jinên ku li ser kartên bi nivîsa “Dem Dema Azadiya Jinan e” li ser wan peyamên hevgirtinê nivîsandin, piştre çûn postexaneyê û bi rêya postayê şandin girtîgehan. Hevseroka TUHAY-DER'a Wanê Edîbe Babûr li vir axivî û diyar kir ku divê jin li dijî tecrîda li girtîgehan bi taybet li dijî tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan rabin ser piyan.
Bi pêşengiya Komeleya Jinê ya Star li avahiya komeleyê daxuyanî hat dayîn. Seroka Komeleyê Parêzer Dîlan Kunt Ayan, diyar kir ku di 8'ê Adara 2022'an de wê qad bên dagirtin û jin wê peyamên xurt bidin.
Kunt bal kişande ser rewşa girtiyên nexweş û wiha got: “Bi înfazên cudaxwaz re kiryarên şîdetê, tecawizkar û mafya hatin berdan; Li hemberî vê jî tevî rapora ATK'ê girtiyên nexweş li girtîgehan bi mirinê re rû bi rû hatine hiştin. Dîsa li hemberî îstîsmarkirina keda jinan a li hundir û derveyê malê çav tên girtin; lê belê ji ber ku mêr di xema berîka xwe de ye, êdî çavê xwe berdaye mafê jinê yê nefeqê. Li vir em jin, di vê tabloya tarî de em berdin gavekê paşde bavêjin, roj bi roj em di têkoşîna xwe ya jinan de zêde dibin. Têkoşîna jinê ji bo me tê wateya têkoşîna li dijî tundî û îstîsmara kedê û berxwedana ji bo edalet û aştiyê ye. Ruhê têkoşînê yê bi hezaran sal e berdewam dike û yê bi ser bikeve wê têkoşîna jinê be. Ev ruhê têkoşînê jî wê nîşan bide ku sedsala 21’emîn dema jinê ye.”
Kunt herî dawî got, “Em dengê xwe ji bo jinên di sala 2021’an de ji aliyê mêran ve hatine qetilkirin, bilind dikin. Em qêrînên bi sedan zarokên ku her sal tên îstismarkirî û nikarin derxînin derve ne. Em dengê jinên ku ji ber têkoşîna jinan bi cezayên dijhiqûqî girtî ne. Em dengê dayikên ku li baroyan ji bo mafê tenduristiyê yê xizmên xwe yên li girtîgehê nobetê digirin, ne. Em duh hebûn, îro hene û em ê sibê jî li hebin. Ji bo mîtînga ku em ê sibê li dar bixin em li benda hemû jinan in.”
Piştî daxuyaniya çapemeniyê jinan ji bo mîtînga ku sibe wê li tevahiya bajêr bê lidarxistin, belavok û tovên kulîlkan belav kirin. Tevî ku polîsan timî gef li jinan dixwar ku di dema belavkirinê de dirûşme berz nekin û nelîzin, lê jinan guh nedan gefan.
ÊLIH
Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) ya Êlihê li Parka Ataturkê hatin cem hev. Jinên ÎHD'ê pankarta "Bijî 8'ê Adarê, em bêdeng namînin, natirsin, guh nadin" vekirin. Berdevka Meclîsa Jinan a HDP'ê Ayşe Acar Başaran û Hevşaredara Êlihê Songul Korkmaz jî beşdarî daxuyaniyê bûn. Hevseroka Şaxa ÎHD'ê Rûmeysa Denîz Kaya, bal kişand ser zêdebûna tundiya li ser jinê û got, "Em li kolanan tên qetilkirin, mal tijî tundî û feqîrî ne, dolab vala ne." Kaya bi gotina, "Pênûsa me têrê nake ku em lîsteya binpêkirinên li dijî jinan ên Tirkiyeyê di 8'ê Adarê de jî binivîsin” û destnîşan kir, yên ku pirsgirêkan çareser nekin, “dibin berpirs.”
RIHA
Rêxistina HDP'ê ya Navçeya Pirsûsê li avahiya navçeyê Festîvala Jinan li dar xist. Li salona ku şahî lê hat lidarxistin pankarta "Dem Dema Azadiya jinan e" hat daliqandin. Bi dehan jin bi kincên xwe yên rengîn beşdarî dîlanê bûn û li gel muzîka Kurdî govend gerandin. Di çalakiyê de jinan bê navber dirûşmeyên "Jin jiyan azadî" berz kirin. Stranên bi Kurdî ji aliyê Dayika Aştiyê Nebiye Aslantekîn ve reng da çalakiyê.
ŞIRNEX
Endamên Meclîsa Dayikên Aştiyê, TJA û Meclîsa Jinê ya HDP'ê yên navçeya Cizîrê ya Şirnexê, ji bo mîtînga 8'ê Adarê ya sibe li Silopiyayê bê lidarxistin, belavokên vexwendinê belav kirin. Jinên ku li Kolana Orhan Dogan û Taxa Nûrê li erbane lêxistin û awaz gotin, hemû jin vexwend qada Newrozê.
SILOPÎ
TJA û Meclîsa Jinan a HDP'ê li Silopiyayê jî esnaf û tax ziyaret kirin û banga tevlîbûna mîtîngê kirin. Parlamentera HDP'ê ya Şirnexê Nûran Îmîr, aktîvîstên TJA'yê, endamên Meclîsa Dayikên Aştiyê û gelek jin destpêkê bi cil û bergên xwe yên neteweyî esnafên jin ziyaret kirin. Jin bi dîlan û govendê bi dirûşmeyên "Bijî Berxwedana jinan", "Jin jiyan, azadî" û "Bijî 8'ê Adarê" meşiyan. Jin piştre derbasî Kolana Hunerê bûn û li gel stranên li vir govend gerandin.
Li aliyê din Meclîsa Dayikên Aştiyê ya Şirnexê bi wesîleya 8’ê Adarê li ber avahiya Rêxistina HDP’ê ya Navçeya Silopiyayê daxuyanî da. Li ser navê dayikan Emîne Ozerk axivî û 8'ê Adarê li jinan pîroz kir û banga tevlîbûna mîtînga sibe bê lidarxistin kir.
Li Silopiyayê wê sibê saet di navbera 13:00-17:00’an de li Qada Newrozê bi dirûşmeya “Dema azadiya jinê ye” mîtîngek bê lidarxistin. Cîgira Serokwekîla Koma HDP’ê Meral Daniş Beştaş û Parlamentera HDP’ê ya Şirnexê Nûran Îmîr wê weke axaftvan tevlî mîtîngê bibin û hunermend Xecê, Hediye û komên muzîkê yên herêmî derkevin ser dikê.