Kovara Zenanî Şerq di hejmara 44'an de cih da 8'ê Adarê

Kovara Zenanî Şerq (Jinên Rojhilat) bi hejmara 44'an gihîşt ber destê xwendevanan. Hejmara vê mehê ya kovarê bi wesîleya 8'ê Adarê Roja Jinên Cîhanê hate weşandin.

Kovara mehane ya Zenanî Şerq di hejmara xwe ya 44'an de bi taybetî cih da 8'ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê.

Di hejmara vê mehê ya kovarê de peyamên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ên li ser rewşa jinê hatin şweandin.

Kovarê her wiha cih da perspektîfên Komelgeha Jinên Azad a Rojhilatê Kurdistanê (KJAR) ên li ser 8'ê Adarê.

Di kovarê de analîzên li ser rewşa jin û bi taybetî jinên Rojhilatê Kurdistanê û Îranê hatin weşandin.

Kovar, lêkolînek berfireh di derbarê têkoşîna jinan a vê sedsalê, li Îranê û Rojhilatê Kurdistanê de hatiye kirin diweşîne.

Nivîskarên kovarê jî giranî dan ser girîngiya berxwedan û yekgirtina jinan a di vê sedsalê de.

Di kovarê de her wiha hevpeyvîna bi endamên Koordînasyona KJAR'ê re hate weşandin.

Kovar li ser malpera KJAR'ê dikare bê peydakirin û xwendin.