JIN
Hemû Nûçe
-
Jinên Mexmûrê gefên li ser Başaran şermezar kirin
Jinên Mexmûrê gefên polîsên Tirk ên li ser Ayşe Acar Başaran şermezar kirin. -
Gerîlaya HPJ’ê Amara: Ji her rojê zêdetir pêwîstî bi xweparastinê heye
Gerîlaya HPJ’ê Roza Amara ragihand ku îro gelên Îranê êdî dizanin ku rejîma Îranê sîstemeke dijî xwezayê ye û ne demokratîk e û pêwîst e li hemberî wê, netewa demokratîk bê avakirin. -
Kerestecîoglû: Plana kaosê ya desthilatdariyê êdî bi kêr nayê
Parlementera HDP’ê Fîlîz Kerestecîoglû diyar kir provokasyona li ser partî û berdevka meclîsa wan a jinan organîzekirî ye û got “Desthilatdarî dibîne ku êdî têk diçe ji ber vê kaosê derdixînin”. -
DAKAP: Jin wê ev hişmendiya zilamsalar li dîwêr bizmar bikin
DAKAP'ê bertek nîşanî êrîşa li dijî Berdevka Meclîsa Jinan a HDP'ê Ayşe Acar Başaran da û got, "Jin wê zîhniyeta mêr li dîwêr bixin. Jin wê zimanê ku bigihêje hevalên me kurt bike." -
Jinên KCDK-E Başûr derbarê Şengalê ji Nûnera Giştî ya NY re name şandin
Jinên KCDK-E Başûr di nameya ku ji Nûnera Giştî ya NY’yê Jeanîne Hennîs re şandinî de bal dikişîne ser rewşa Şengalê û bi taybetî jinên Êzidî û dibêje ku pêwîstiya gelê Êzidî bi destwerdana wan nîne û xwerêvebirin û hêza xweparastinê mafê wan ê rewa ye. -
Li DYE'yê bi sed hezaran jin wê ji bo mafê kurtajê dakevin qadan
Li DYE'yê, Dadgeha Bilind li dijî jinan şer ragihand. Mafê kurtajê di nava 50 salên dawî de bi gefeke mezin re rû bi rû ye. Parêzvanên mafê kurtajê wê 14'ê Gulanê dakevin qadan. -
Jin Bi Hev Re Bihêz in: Gava dawî ya êrîşkariya dewleta zilam
Jin Bi Hev Re Bihêz in bertek nîşanî gefxwarina polîsan a li ser Ayşe Acar Başaran a HDP’yî da û got, “Ayşe hevala me ya têkoşînê ye! Li dijî şîdeta dewleta zilam em li ba hevin, bi hevre bihêz in.” -
Talîbanê qedexeyek nû li ser jinan sepand
Talîbanê vê carê qedexeyek din li ser jinan sepand û daxwaz kir ku xebatên ji bo dayîna ehliyet ji jinan re bê rawestandin. -
Li Wanê wesayîta nan dibir baregeha leşkerî hat şewitandin
Jinên Tîrêjên Rojê, çalakiya şewitandina wesayîteke rejîma faşîst a Tirk a li Wanê ya nan dibir baregeha leşkerî girt ser xwe. -
Li Tirkiyeyê di meha Nîsanê de herî kêm 24 jin hatin qetilkirin
Platforma Em ê Cînayetên Jinan Rawestînin (KCDP) diyar kir di meha Nîsanê de mêran 24 jin kuştine û mirina 16 jinan jî bi guman e. -
Aboriya Jinê bi projeyan mezin dibe
Aboriya Jinê bi polîtîkaya têrkirina xwe bi xwe, hem derfetên kar ji bo jinan diafirîne hem jî pêşî li girêdana bi derve ve digire. -
Li Enqereyê jinek hat qetilkirin
Li navçeya Keçîoren a Enqereyê Îdrîs Nesîm desgiriya xwe Dîlek Ceylan ya ku dixwest ji wî cûda bibe, qetil kir. -
Hejmara 21’emîn a kovara Xwebûnê derket
Hejmara 21’emîn a kovara jinên ciwan ên li Ewropayê Xwebûn bi manşeta ‘Azadiyê jinê, dermanê civaka azad e’ derket. -
Hejmara nû ya Newaya Jin derket
Hejmara meha Gulanê ya rojnameya jinê Newaya Jin derket. Di hejmara 206'an de işaret bi êrişên mêtingeriyê yên li gelek herêmên Kurdistanê hate kirin. -
YPJ: Em şerê azadî û parastina axê dikin
Konferansa 3’emîn a YPJ’ê ya bi tevlîbûna 400 delegeyan ku bi dirûşma ‘YPJ hêza misogeriya azadiya jinan, parastinê axê û têkbirina dagirkeriyê ye ‘ li Hesekê hatibû lidarxistin, bi encamnameyekê dawî bû. -
Hejmara 3. a Kovara Jinên Ciwan ên Welatparêz derket
Hejmara sêyemîn a Kovara Jinên Ciwan a Welatparêz (Yurtseve Genc Kadin) derket. Di hejmara vê carê ya kovarê ku bi dirûşmeya; “Cewhera Sosyalîzmê Têkoşîna Kedê Ye” derketiye de ji gelek gotarên cihêreng bi taybetî şehîdên meha Gulanê re cih hatiye dayin. -
Konferansa YPJ’ê: Jinên Kurd azadiyê tîne
Jinên ku tevlî konferansa YPJ’ê bûn diyar kirin ku berxwedan bi xwe re azadiyê tîne. -
Ehmed: Divê gel li ser bingehê şerê gel ê şoreşgerî tevger bike
Endama Fermandariya Giştî ya QSD’ê Newroz Ehmed: Jin û gelê herêmê ji bo destkeftiyên hatine bidestxistin biparêzin divê li ser bingehê şerê gel ê şoreşgerî tevger bike. -
Jinên ciwan ên ji Rojava tevlî nav refên gerîlayan bûn
Li hemberî dagirkeriya dewleta Tirk ciwan tevlî nav refên gerîlayan dibin. Komek jinên ji Rojava jî tevlî nav refên gerîlayan bûn. -
Yekîtiya Jinên Elewî ya Demokrat: Di 1’ê Gulanê de li qadan bin
Yekîtiya Jinên Elewî ya Demokrat bi daxuyaniyekê bang li hemû kesan kir ku di 1’ê Gulanê Cejna Karkeran de li qadan bin. -
TJK-E: Em li Dusseldorfê li hev bicivin, rûmeta xwe biparêzin
TJK-E'yê ji bo çalakiya sibe ya li Dusseldorfê banga tevlîbûnê kir ku wê li dijî dagirkerî û xiyanetê bê lidarxistin. -
Doza Denîz Poyraz: Parêzerên dozê dadgeh red kirin
Parêzeran bertek nîşanî nebûna Onur Gencerê ku Denîz Poyraz qetil kir, dan. Heyeta dadgehê ji aliyê parêzerên dozê ve hat redkirin. Hate hînbûn ku malbata kujer xwe ji îfadeyê vekişandine. -
Jinên Tîrêjên Rojê li Geverê li polîsan xistin
Jinên Tîrêjên Rojê ragihand ku li Geverê li dijî polîsên dagirker çalakî kirine û got, "Em ê her derê bikin qada berxwedanê." -
KBDH: Di 1'ê Gulanê de em ê têkoşînê li qadan mezin bikin!
KBDH'ê got, "Di 1'ê Gulanê de em ê li qadan bin, li Taksîmê bin ku li me qedexe kirine û em ê têkoşînê mezin bikin." -
Doza Denîz Poyraz: Çeteyên dewletê ew kuşt
Endamên HDP'ê yên ku beriya rûniştina dozê têkildarî qetilkirina Denîz Poyraz daxuyanî dan, diyar kirin ku êrîş ji aliyê çeteyên dewletê ve hatiye kirin û ew ê teqez hesabê vê yekê bixwazin.