DAKAP: Jin wê ev hişmendiya zilamsalar li dîwêr bizmar bikin

DAKAP'ê bertek nîşanî êrîşa li dijî Berdevka Meclîsa Jinan a HDP'ê Ayşe Acar Başaran da û got, "Jin wê zîhniyeta mêr li dîwêr bixin. Jin wê zimanê ku bigihêje hevalên me kurt bike."

Platforma Jinan a Dîcle Amedê (DAKAP) têkildarî hewldana provakasyonê ya polîsan a li Navenda Giştî ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û êrîşa li dijî Berdevka Meclîsa Jinan a HDP'ê Ayşe Acar Başaran, li avahiya Şaxa TUM-BEL SEN'ê ya Amedê civîna çapemeniyê lidar xist.

Parlamenterên HDP'ê Remziye Tosûn û Dersim Dag di civînê de amde bûn.

Li ser navê jinan Hevseroka Komeleya Hiqûqnasên Ji bo Azadiyê (OHD) Şaxa Amedê Parêzer Ozum Vûrgûn axivî û da zanîn ku hikûmeta ku di sala 2016’an de hewldana derbeyê ya li Tirkiyeyê xistiye meriyetê, hemû komên muxalîf kirine hedef. Vûrgûn, diyar kir ku bi hezaran karker ji kar hatin dûrxistin, li hemû şaredariyên HDP'ê qeyûm hatin tayînkirin, hevşaredar hatin girtin, ji bo tirsandina aktîvîstên ku têkoşîna jinê birêve dibin, bi destgîrkirin û girtinan polîtîkaya dûrxistina ji têkoşînê li ser wan hat ferzkirin. Vûrgûn got, “Bi zimanê nefretê ku dewlet her roj doza tundiyê lê zêde dike, gel ji hev dûr dikeve û rêjeya kîn, hêrs û dijminatiyê zêde dibe."

‘EM VÊ ZIMANÊ ŞÎDETÊ NAS DIKIN’

Vûrgûn di dewamê de ragihand ku ev vê zimanê şîdetê ji êrişên faşîzan ên li ser avahiya HDP’ê ya Îzmîrê ku di encamê de Denîz Poyraz hat qetilkirin û li gelek navçe û bajarên Tirkiyê êrişên nijadperestê yên li dijî gelê Kurd ku bi mirinan re encam bû nas dikin û got hêzên polîs û hwd bi hêz, cesaret û rayeya ku ji desthilat digire li erdnîgariya Kurdan, li her cihê ku Kurd lê dijîn helwestên dermirovî û bê rehm nîşan nîşan dane.

Di berdewamiya daxuyaniya çapemeniyê de Vûrgûn îşaret bi derhiqûqî bûna êrişa polîsan ya li ser Berdevka Meclîsa Jin a HDP’ê Ayşe Acar Başaran kir û anî ziman ku emê ti carî zimanê şîdetê nepejirînin.

‘BILA DESTHILAT DEST JI HEDEFNÎŞANDAYINÊ BERDE’

Vûrgûn ragihand ku ewê ti carî destûr nedin hêzên ku ji ewlekariya gel berpirsiyar in, bi hemû hêza xwe li hemberî gel şîdetê bikar bînin û dubare bi bîra desthilat xist ku dest ji hedef nîşandayinê berde. Her wiha da zanîn ku ew dizanin ku zimanê nefret, şîdet û gefê ya li hemberî feraset û kesên siyasî û muxalifan bikar tînin ji siyasetên ceza nekirinê çavkaniya xwe digire û got ku divê derbarê ev polîsê ku bi ziman, kîn û helwestê ve li hemberî jinê şîdet bikar anî lêpirsîn bê destpêkirin û demildest erka wî jê bê standin.

Vûrgûn di dawiyê de diyar kir ku li dijî qirkirina jinan roj roja bilindkirina têkoşîna jinan e û wiha dawî li axaftina xwe anî; “Em jinên ku jiyanê ava dikin hêza xwe ji rêxistinbûn û hevgirtina jinan digirin. Em bi hev re xwedî li hemû destkeftiyên xwe yên jinan derdikevin û biryardariya xwe ya berfirehkirina têkoşîna demokrasî, hiqûq, edalet û aştiyê dubare dikin."

TOSUN: Çİ DİKİN BİLA BİKİN EMÊ Jİ TÊKOŞÎNA XWE GAV Bİ PAŞVE NEAVÊJİN

Piştre Parlamentera HDP'ê ya Amedê Remziye Tosun axivî û got, "Xwestin provakasyonê bikin. Li Îzmîrê jî heman tişt xwestin. Hevrêya me Denîz Poyraz qetil kirin. Heman zîhniyet dixwaze careke din provakasyoneke bi vî rengî bike. Ji ber vê yekê heqaret li Ayşe Acar Başaran kirin. Em qebûl nakin. Hedê tu kesî nîne ku wekîla me li dîwêr bizmar bike. Jin wê vê zîhniyeta zilamsalar li dîwêr bizmar bikin. Jin wê zimanê ku digihîje hevalên me kurt bikin. Çeteyê ku heqaret li hevalên me dike bila demildest erka wî bê girtin û bê cezakirin. Lê hikûmet çiqasê hêza xwe ya qirêj heye li ser têkoşîna Kurdan û têkoşîna jinên Kurd bi kar tîne. Jin li her derê têdikoşin. Çi dikin bila bikin emê ji têkoşîna xwe gav bi paşve neavêjin.”

Daxuyanî bi çepikan bi dawî bû.