Talîbanê qedexeyek nû li ser jinan sepand

Talîbanê vê carê qedexeyek din li ser jinan sepand û daxwaz kir ku xebatên ji bo dayîna ehliyet ji jinan re bê rawestandin.

Rêveberiya Talîbanê li Afganîstanê hema bêje her rojê qedexeyên nû li ser jinan radigihîne. Vê carê jî Talîbanê li welat dayîna ehliyetê û ajotina wesayîtan li jinan qedexe kir.

Berevajî çavkaniyên herêmî, hat diyar kirin ku feman bi devkî ji buroyên şaxên trafîkê yên herêmî re hatine dayîn. Talîban tekez dike ku fermanek wisa nehatiye dayîn.

Talîban li şûna girtina biryarên fermî yên li ser mijarên sînordar, fermanên devkî tercîh dike da ku xwe ji zextên navneteweyî biparêze.

Hêjayî gotinê ye ku bertek û nerazîbûnên jinên Efganî yên li dijî polîtîkayên zilamsalar ên Talîbanan ku her carê bi şêwazekê û li qadekê yê civakî û siyasî li ser jinan ferz dike, tim di rojevê de ye.