Jinên Tîrêjên Rojê li Geverê li polîsan xistin

Jinên Tîrêjên Rojê ragihand ku li Geverê li dijî polîsên dagirker çalakî kirine û got, "Em ê her derê bikin qada berxwedanê."

Jinên Tîrêjên Rojê çalakiyên li dijî êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk dewam dikin.

Di daxuyaniya Jinên Tîrêjên Rojê de hate gotin, "26'ê Nîsanê li taxên Kişla, Cûmhûriyet û Dîze yên Geverê dirûşm hatin nivîsandin. Şeva 27'ê Nîsanê saet derdora 21:00-22:00 de li navenda sûka Geverê li dijî polîsên dagirker bi 2 baskan bi teqemeniyan û fîşekên hewayî çalakî hate lidarxistin. Xelkê Geverê jî ku ji ber cejnê sûk dagirtibû, bi dirûşman piştgirî da çalakiya me."

Di dawiya daxuyaniyê de wiha hate gotin, "Piştî çalakiya me ya bi bandor û serketî, polîsên dagirker ji cihên lê nobed digirtin berdan û reviyan. Yekîneya me piştî çalakiyê bi rengekî serketî xwe gihandin qadên ewle. Yekîneyên me wê her derê bikin qadên berxwedanê û li dijî dagirkeran bênavber çalakiyan bikin."