Doza Denîz Poyraz: Parêzerên dozê dadgeh red kirin

Parêzeran bertek nîşanî nebûna Onur Gencerê ku Denîz Poyraz qetil kir, dan. Heyeta dadgehê ji aliyê parêzerên dozê ve hat redkirin. Hate hînbûn ku malbata kujer xwe ji îfadeyê vekişandine.

3'yemîn danişîna doza Onur Gencer ê ku di 17'ê Hezîrana 2021'an de Denîz Poyraz li avahiya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Îzmîrê qetil kir li 6'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Îzmîrê Bayrakli tê dîtin.

Dayîka Denîz Poyraz Fehîme û bavê wê Abdûllîllah Poyraz tevî xwişk û birayên xwe, Alîkarê Serokê Koma HDP'ê Saruhan Oluç, Parlamenterên HDP'ê, Wekîlê CHP'ê Sezgîn Tanrikûlû, Hevseroka Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) Eren Keskîn, Serokê Rûmetê yê ÎHD'ê Akin Birdal, Ked û Demokrasî, rêxistinên girseyî yên demokratîk, nûnerên sendîkayan, rêxistinên jinan, rêxistinên hiqûqî, nûnerên partiyên siyasî û gelek kes beşdarî dozê bûn.

Kujer Onur Gencer bi Sîstema Agahdariya Deng û Dîtbarî (SEGBÎS) ji girtîgehê tevlî rûniştinê bû.

Heyeta dadgehê bi eşkerekirina biryara xwe ya demkî, daxwaza vekişîna heyeta dadgehê red kir û biryar da ku daxwaza dadger ji 7'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Îzmîrê re bê şandin.

Rûniştin taloqî 18'ê Tîrmehê hat kirin.