Kerestecîoglû: Plana kaosê ya desthilatdariyê êdî bi kêr nayê

Parlementera HDP’ê Fîlîz Kerestecîoglû diyar kir provokasyona li ser partî û berdevka meclîsa wan a jinan organîzekirî ye û got “Desthilatdarî dibîne ku êdî têk diçe ji ber vê kaosê derdixînin”.

Parlementera HDP’ê Fîlîz Kerestecîoglû provokasyon û gefên li ser navenda giştî ya partiya wan û ya li hemberî berdevka meclîsa jinên Ayşe Acar Başaran ji ANF’ê re nirxand.

Kerestecîoglû diyar kir ku ev ne hewldana pêşîn a êriş û provokasyonê ye û bal kişand ser vî tiştî ku Wezîrê Karê Navxweyî Suleyman Soylû û Midûriyeta Emniyetê ya Enqereyê ya di bin fermandariya wî de her dem li hemberî mûxalefetê di nav helwesteke êrişkar de bûye.

Kerestecîoglûd diyar kir wekî biryara di Geziyê de, doza girtina HDP’ê wekî metodên doza kûmpasê ya Kobanê tê xwestin çavê mûxalefetê were tirsandin û ev tişt jî diyar dike desthilardarî ji siyaseta demokratîk û têkoşîna jinan ditirse. Kerestecîoglû got “Ji ber ku li Tirkiyeyê yek ji têkoşîna herî xurt têkoşîna jinan e. Ayşe Acar Başaran ne keseke ji rêzê ye, ew berdevka me ya meclîsa jinê. Gefa li ser wê tê wateya ku dixwazin çavê hemû jinan bitirsînin.”

Kerestecîoglû diyar kir êrişa li ser partiya wan HDP’ê jî tê wateya ku ‘Em kîngê bixwazin dikarin werin partiya we û em dikarin heqaretan bikin’ û ev jî provokasyoneke organîze ye. Kerestecîoglû got “Îro bi nijadperestiya li hemberî penaberan jî tê xwestin ku provokasyon were kirin. Ew dixwazin alozî çêbibe û mirovan bera ber hev didin.Ji ber ku di şertên normal de dibînin ew têk diçin. Îro enflasyon bûye ji sedî 70, nikarin ser hejariyê bigirin. Êdî hewldanên wan ên krîmînalîzekirina HDP’ê jî cihê xwe nagire ji ber vê êrîş penaberan dikin.

Kerestecîoglû diyar kir tişta li pêşiya avahiya navendî ya HDP’ê pêk hatiye ne alozî ye, êriş e û got “Serokên meclîsê û partiyên li meclîsê li hemberî gefa li ser parlementereke jin gotinek jî nekirin. Ma nikarin bertekekê jî bidin. Wê demê bila tu kes qala demokrasiyê neke. “

Kerestecîglû diyar kir ku HDP’ê 7 milyon deng stendiye û got “Ev gef û êriş li hemberî heft milyon kesan hatiye kirin. Em natirsin, lê ew ditirsin. Heke ev zextên li ser me tê kirin 7 salan li ser kîjan partiyê bihata kirin wê ew partî nikaribû li ser xwe bûya. Lê em li ser xwe ne.”