Li Wanê wesayîta nan dibir baregeha leşkerî hat şewitandin

Jinên Tîrêjên Rojê, çalakiya şewitandina wesayîteke rejîma faşîst a Tirk a li Wanê ya nan dibir baregeha leşkerî girt ser xwe.

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku li Taxa Koyîçî ya Wanê wesatîyeke ku nan dibe baregeha leşkeri ji aliyê wan we hatiye şopandin û şeva 25’ê Nîsanê wesayît şewitandine. Hat ragihandin ku di çalakiya li hember wesayîta tije erzaq hatiye kirin de ajokar birîndar bûye.

Jinên Tîrêjên Rojê çalakiyên şewitandina marketeke ayîdê S.H û marketeke din a ayîdê Î.H ya li taxa Cevdetpaşa yên rojên 25 û 26’ê Nîsanê jî girtin ser xwe.

Di daxuyaniyê de bang li jinên ciwan hat kirin ku di têkoşîna li dijî êrîşên dagirkeriyê de li cihê herî li pêş cihê xwe bigirin.