Aboriya Jinê bi projeyan mezin dibe

Aboriya Jinê bi polîtîkaya têrkirina xwe bi xwe, hem derfetên kar ji bo jinan diafirîne hem jî pêşî li girêdana bi derve ve digire.

Aboriya Jinê li gel şer û ambargoyê mohra xwe danî binê gelek projeyan. Yek ji wan projeyan jî Atolyeya Tekstîlê ya Lavîn e.

Atolyeya Tekstîlê ya Lavîn sala 2015'an ava bû. Berhemên ku bi keda jinê têne çêkirin li Hesekê, Dirbêsiyê, Qamişlo û Girkê Legê li Firoşgeha Lavîn pêşkêşî mirovan têne kirin. Kedkarên Kurd û Ereb hem debara xwe pê dikin hem jî ji ber ku qadeke kar ji wan re hatiye afirandin jê kêfxweş in.

Nesrîn Hecî Mihemed ku yek ji damezrînerên atolyeyê ye wiha axivî, "Di destpêka avakirina Lavîn de zor û zehmetî çêbûn. Ji kedkaran heta bi peydakirina qumaşan, di gelek mijaran de astengî derketin pêşiya me lê belê bi ryardariya jinê ji sala 2015'an ve bênavber kar dike. Perwerdekirina kedkaran demeke dirêj dewam kir. Bingeha karekî nû dihate danîn, amadekariya wê girîng bû. Lavîn her roj bi pêş ket. Jin ên kedkar jî bêhtir li ser kar serwer bûn û jê hez kirin."

Nesrîn Hecî Mihemed anî ziman ku ew dixwazin qada kar ji jinan re biafirînin, bikin ku jin xwe bi pêş ve bibin û li ser lingê xwe bisekinin û got, "Her kesên ku dixwazin bixebitin em tevlî kar dikin. Ne girîng e Ereb an jî Kurd e, ya girîng daxwaza kar e. Jinên tevlî kar dibin yekser naçin ser makîneyê. Demekê karê paqijiyê, ûtîkirinê û piştre jî dirûtinê dike. Êdî bi hunera wan ve girêdayî ye. Çiqasî zû hîn bibe ewqasî jî zû serwer dibe."

BI BUHAYEKÎ MAQÛL TÊNE FIROTIN

Nesrîn Hecî Mihemed anî ziman ku hem li gorî pêşniyaran hem jî li gorî daxwazan ew modelê diyar dikin û kincên gelêrî yên Kurd, pantolon, îşlik, tîşort û hwd. hemû cûre kincan didirûn. Nesrîn Hecî Mihemed got, "Berhemên têne amadekirin li bazarê jî bi buhayekî maqûl têne firotin. Gelek caran qezenca me jê nîne, lê belê li gorî şert û mercên gel têne firotin. Pêwîstiya gel bi vê heye. Li gel vê yekê ji bo pêşî li hewcedariya bi derve re bê girtin em dixwazin bi pêş ve bikevin."

DERFETÊN KAR TÊNE AFIRANDIN

Nesrîn Hecî Mihemed destnîşan kir ku jin divê pêşengiyê ji aboriyê re bikin û got, "Qad û derfetên kar ji bo jinan têne afirandin. Ev jî baweriyê dide jinan."

MALBATA XWE XWEDÎ DIKE

Cîhan Sag du sal in dixebite û got, "Cara yekê ye dixebitim û tevlî karê paqijkirinê dibim. Bi demê re hîn bûm. Hem malbata xwe xwedî dikim hem jî xwedî pîşeyekî me. Ji karê xwe hez dikim."

MEHEKÊ HÎN DIBE

Sîdra Mamî ku du meh in li Lavînê dixebite, kêfxweşiya xwe ya di nava kar de tîne ziman û got, "Bi hevalên xwe yên kar re em dixebitin. Kincan dipîvim. Min beriya niha karê dirûtinê nekiribû, di nava mehekê de bi saya hevalên kar hîn bûm. Em hemû hevalên jin e û bi hev re dixebitin. Ev yek me kêfxweş dike."

HEWCEDARÊ KESÎ NÎNIM

Zahîde Bedran ku 8 sal in karê ûtiyê dike, du sal in li Lavîn dixebite. Biçûkaniya xwe çû kûrsê û hînî karê dirûtinê bû. Bi vê yekê re debara xwe dike. Zahîde Bedran got, "Debara xwe pê dikim, debara malbata xwe dikim. Di heman demê de ji ber ku dixebitim ez dilrehetim. Tiştekî bedew e ku mirov li ser piyên xwe bisekine. Dibînim ku dikarim tiştekî bikim. Tiştekî baş e ku mirov karekî bike û nebe hewcedarê kesî. Hewcedar nînim ku mêrek bixebite."

KEDA MIN BELASEBEP NÎNE

Maha Elî saleke li Lavînê dixebite. Maha got, "Daxwaz têrê dike. Tiştekî baş e ku em hevalên jin bi hev re dixebitin û alîkariyê didin hev. Bi keda xwe hem malbata xwe xwedî dikim hem jî zanim keda min belasebep nîne. Kar û ked tiştekî xweş e."