Jinên KCDK-E Başûr derbarê Şengalê ji Nûnera Giştî ya NY re name şandin

Jinên KCDK-E Başûr di nameya ku ji Nûnera Giştî ya NY’yê Jeanîne Hennîs re şandinî de bal dikişîne ser rewşa Şengalê û bi taybetî jinên Êzidî û dibêje ku pêwîstiya gelê Êzidî bi destwerdana wan nîne û xwerêvebirin û hêza xweparastinê mafê wan ê rewa ye.

Jinên KCDK-E Başûr derbarê rewşa Şengalê, nameyek vekirî ji Nûnera Giştî ya Neteweyên Yekbûyî û Berpirsa Kar û Barê Iraqê Jeanîne Hennîs-Plasscheart re şandin.

 Di nameyê de wiha hate gotin;

“Bila dawî li şerê di navbera hêzên parastina Şengalê û artêşa Iraqê de were. Ev şer tenê di bercewendiya Tirkiye û malbata Barzanî de ye.

Pêwîstiya gelê Êzidî bi destwerdana wan nîne, gelê Êzidî ji bo bi mafê xwe yê aştî bijîn û bidin berdewam kirin xwedî rêveberî ne.

Divê yekser li gel jinên Şengalê peywendî çêbikî, bipirse û biaxive. Ji ber ku ger li Iraqê şer derbikeve tu berpirsyarî. Gelê Iraqê vî şerî naxwaze.

Gelê Şengalê carek din naxwaze bindest be, heya mirinê li berxwe didin. Xwerêveberî û hêza xweparastinê mafê rewa yê Êzidiyane. Ji bo hebûna xwe xebatê dikin, gelo têgihiştina vê ewqas girane?

Em li benda biryara te ya ji bo aştiyê ne.”